Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 05:23 
News  > 

Şewba vîrusa koronayê derbe li stargeha ajalan a li Hewlêrê jî xist

09.04.2020 15:26

Miqatebüna bi dehan küçiken li stargeha ajalan a li bajare Hewlere ye Iraqe, ji ber cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) ket xetereye.

Stargeha ku par bi deste Komeleya Ajalhezen Kurdistane ya li Hewlere li dervayi bajer hat avakirin, qedera 200 küçiken bexwedi dihewirine.

Di stargeha ku bi pirani bi xebata xwebexş a xerxwazen biyani li ser piyan dibine da bi fonen ku bi derfeten takekesi ten berhevkirin va pewistiyen küçikan en weki xwarin ü derman ten kirin. Di stargehe da 18 je xwebexş bi tevahi 24 kes miqateyi ajelan dibin.

Lebele şewba ku hemü dinya da ber xwe, tesir li stargeha li Hewlere ji kir. Ji ber şewbe hem miqatebüna heywanan ü hem ji dabinkirina fone ket xetereye.

Ji küçikan 14 je seqet in

Parlamentere bere ye Parlamentoya Herema Kurdistana Iraqe ü Midüre Komeleye Aşti Felekeddin Kakayi di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir ku hema hema hemü küçiken li stargehe ji kuçeyan hatin berhevkirin ü 14 je seqet hejmara wan ji bi qasi 200i ye.

Kakayi diyar kir ku di şerten asayi da roje heri kem 2 dan xwarine didan küçikan ü wiha dewam kir, "Lebele niha ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya virusa koronaye da ü her wiha ji ber kemasiya fone, em roje tene dikarin daneke xwarine bidin. Dabinkirina ve dane ji niha di xetereye da ye."

Xebatkara xwebexş a stargehe ya İngiliz Victoria Whitee ji diyar kir ku ji ber şewbe küçik nayen terkirin ü lewma ji ew ji ber ve rewşe bi fikar in ü heri dawi ji bal kişand ku ew li benda alikariye ne. -



 
Latest News





 
 
Top News