Wezire Çandini ü Daristanan Bekir Pakdemirli, ani ziman ku şewata li İzmire hatiye kontrolkirin.
Pakdemirli li Tekketepeya ku le xebaten vemirandina şewate dişopand daxuyani dan endamen çapemeniye.
Wezir Pakdemirli wiha got, "Pişti 2 roj ü 5 seatan me kari em şewata li Tirazliya Karabaglare kontrol bikin, xebaten me yen sarkirin ü vemirandine didomin."
Pakdemirli herwiha ani ziman ku dem bi dem de birqani çebibe lebele ji ve seate şün da xebaten vemirandine idi qediyane ü wiha got, "Ji nuha pe de de qad were cemidandin ü piştre ji de fealiyeten din destpe bikin."
Wezir Pakdemirli spasiyen xwe gihandin hemi saziyen ku büne piştevanen xebaten vemirandine bi taybet teşkilata daristane.
Pakdemirli wiha ji got, "Ez bi xemgini dibinim ku firsetçiyen şewate hene, ez ji beşeki wan re dibejim çekdaren klavyeye. Hinek mirov hene ku nizanin şewat çiye, di jiyana xwe de careke nehatine vedere, le dixwazin vi kari biguhezin bi ranteke siyasi ü şexsi" -
|