Wezire Çandini ü Daristane Bekir Pakdemirli der bare şewata daristane ya li Muxlaye da wiha got: "Ber deste sibehe hemü firokeyen me rabün. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çetir e. Duh li 350 hektari şewat hebü. Pişti bi temami hat temirandin we eşkere bibe, le em texmin dikin kem-zede tesire li qadeke 350-400 hektari kiriye."
Pakdemirli li navenda qeyrane ya Midüriyeta Gişti ya Daristane xebaten temirandina şewate teqib kir ü li Şeftiya Daristane ya Goceke daxuyani da rojnamevanan.
Wezire Çandini ü Daristane Bekir Pakdemirli der bare şewata daristane ya li Muxlaye da destnişan kir li qadeke 30 ü 50 hektari agir hil dibe ü got ku bi taybeti bi wesaiten esmani em ave direşinin ji bona agir bitemirinin ü wiha dewam kir: "Ber deste sibehe hemü firokeyen me rabün. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çetir e. Duh li 350 hektari şewat hebü. Pişti bi temami hat temirandin we eşkere bibe, le em texmin dikin kem-zede tesir li qadeke 350-400 hektari kiriye."
Bekir Pakdemirli diyar kir rica dikim guh nedin dezenformasyone ü wiha got: "Ez li ser medyaya civaki dibinim. Ez bangi hemü xelke Muxlaye dikim ku payize li qaden ku şewitine şaxan daynin."
Wezire Çandini ü Daristane Bekir Pakdemirli destnişan kir kesen dixwazin ji bona betlaneye ben hereme bi reheti dikarin werin ü got ku li wargehan talüke tuneye. -
|