Serokwezîrê Kuweytê îstifaya hikûmetê pêşkêşî Emîr Newaf kir

13.01.2021 15:26

Hat ragihandin, Serokwezire Kuweyte Şex Sebah Xalid el-Hamad es-Sebah istifaya xwe peşkeşi Emire Kuweyte Şex Newaf el-Ehmed el-Cabir es-Sebah kir.

Li gori nüçeya ajansa fermi ya nüçeyan a Kuweyte KUNAye, Emire Kuweyte Şex Newaf, Serokwezir Şex Sebah li Qesra Beyane ya li bajare Hawliye qebül kir.

Di nüçeya ku te da hürgili nehatin parvekirin da hat destnişankirin ku Serokwezir istifaya hikümete peşkeşi Emir Şex Newaf kir.

Parlamenteren Kuweyte hefteya çüyi di mijaren weki "binpekirina destüre, derengixistina peşkeşkirina bernameya hikümete ü ji hela erka birevabirine hewildana avakirina bandore li ser erka qanündanine" da li diji Serokwezir Sebah peşniyaza ravepirse peşkeşi Meclise kiribün.

Pişti peşniyaze endamen kabineye duh istifaya xwe peşkeşi Serokwezir Şex Sebah kiribü.

Li Kuweyte hilbijartina gişti meha çüyi hatibü kirin ü hikümeta nü 14e Berfanbara 2020i hatibü damezirandin. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '