Serokwezire Kanadaye Justin Trudeau ji ber ku welati guh nadin banga ji male dernekevin hers bü ü got: "Edi bes e. Herin male ü ji male dernekevin."
Pişti ku testa Sophie Gregoire Trudeauya jina Trudeau ya Kovid-19ye pozitif derket, Serokwezire Kanadaye Trudeau biryar da ku ew 14 rojan li mala xwe di karantinaye da bimine.
Trudeau li ber mala xwe civineke çapemeniye li dar xist ü bangi gel kir ku ew ji malen xwe dernekevin.
Serokwezir Trudeau got ji bo kesen guh nadin banga "ji male dernekevin" ra dive mueyide ben kirin ü wiha axivi: "Me dimene wan kesen ku wisa difikirin ew tek naçin dit. Edi bes e. Herin male ü ji male dernekevin."
Trudeau got ji bo parastina tenduristiya civake ew e her tevdire bibinin.
Li gor daneyen Wezareta Tenduristiye ya Federal ü Ajansa Gel a Kanadaye hejmara kesen virusa koronaye bi wan ketiye ji 1298an derkete 2035an, hejmara miriyan ji ji 19an derkete 24an. -
|