Serokwezire Iraqe Mustafa Kazimi bi telefone bi Seroke DYAye Joe Biden re axivi.
Kazimi di daxuyaniya xwe de ya li ser hesabe medyaya civaki wiha got:
"Di peywendiya telefone ya digel Seroke DYAye Joe Biden de, em li ser mijaren weke tekiliyen duali, hezdarkirina hevkariye, tekoşana diji DEAŞe, parastina aşiti ü ewlekariya hereme axivin."
Kazimi destnişan kir ku di peywendiye de tekezi li direjepedana diyaloga stratejik a di navbera herdu welatan de kirine. -
|