Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi peywendiyeke telefone pirozbahi li Ersin Tatare ku weke Serokomare Komara Tirki ya Qibirsa Bakur (KKTC) hat hilbijartin, kir.
Li gori daxuyaniya Serokatiya Ragihandine, Serokomar Erdogan di peywendiya telefone de ji ber serkeftina wi ya di hilbijartina Serokomariya KKTCe pirozbahi li Ersin Tatar kir ü got, "Hevidarim hilbijartina we ya ji bo wezifeya Serokomariye ji kesayetiya we re, herwiha ji gele KKTCe ü doza me ya Qibrise re bibe sedema başiye."
Serokomar Erdogan destnişan kir ku Tirken Qibrise careke din tegehiştibüna xwe ya demokratik ji teveka cihane re isbat kir ü tekezi li we yeke kir Ersin Tatar bi we vizyona xwe ya derbare siberoje ü serektiya xwe ya hezdar ji hilbijartine serkefti derket.
Erdogan ani ziman ku baweriya wi bi we yeke heye ku de Ersin Tatat bi heq ü edalete wezifeya serokomariye bimeşine ü got, "Ez di we baweriye de me, herweki ku di serdema wi ya serokweziriye de ji me kir, disan eme hevkariya xwe di her qade de bidominin."
Serokomar Erdogan herwiha ani ziman ku ewe di serdema peşiya me de ji hewlen Tirkiye ü KKTCe yen ji bo meseleya Qibrise bidomin. -
|