Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 20:28 
News  > 

Serokomarê Pakistanê Arîf Alwî daxuyanî da AAyê

17.09.2019 14:05

Serokomarê Pakistanê Arîf Alwî "(Ji bo Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modî) Ew hewl dide ku îro li Cammû Keşmîr û Assamê 4 milyon misilmanî bê welat bihêle" "Hindistan xwedî wê fikrê ye ku dikare zextê bibe ser Keşmîriyan. Kes nikare zextê bide ser Keşmîriyan.

MEHMET OZTURK/BEHLUL ÇETİNKAYA - Serokomare Pakistane Arif Alwi diyar kir ku Hindistan li hemberi kemneteweyen welet politikaya zexte bireva dibe ü wiha pe da çü: "(Ji bo Serokwezire Hindistane Narenda Modi) Em ji ber ku hikümeta Modi nezi Organizasyona Dildaren Hindistane (RSS) ya ew mina Hitler xwedi fikra qirkirina nijadi, kemneteweyan kontrolkirin ü di bin zexta xwe da girtine ne, bi fikar in. Ew hewl dide ku iro li Cammü Keşmir ü Assame 4 milyon misilmani be welat bihele"

Alwi di mijara pirsgireka Keşmire da, di mijara hevkariya Pakistan-Malezya-Tirkiyeye ku Serokwezire Malezyaye Mahathir Muhammed peşniyaz kiribü ü di mijara tekiliyen duali yen Tirkiye ü Pakistane da fikr ü ramanen xwe bi Ajansa Anadoluye (AA) ra parve kir.

Li ser pirsa der bare pirsgireka Keşmire da Alwi ewili ji ber piştevaniye ji Tirkiyeye ra spas kir ü wiha bersiv da: "Tirkiye di her demen hewce dike da li cem Pakistane cih digire, di mijara Keşmire da werek tevdigere ü tine rojeve, bale dikşine ser biryaren Konseya Ewlehiya Neteweyen Yekbüyi ez ji ber van tevgeran ji Tirkiye ü gele we ra spas dikim."

Alwi bi bir xist ku ji Serokweziren Hindistane yen bere Cewahirlal Nehrü bo çareserkirina pirsgireka Keşmire li ser soza xwe ya dabü nesekini ü wiha pe da çü: "Hindistan niha tevgeren azadiye yen Keşmiriyan mina kar ü xebaten terore dihesibine. Ew mafen ji hela Neteweyen Yekbüyi va hatiye dayin Hindistan mina fealiyeten terore dibine. Hindistan xwedi we fikre ye ku dikare zexte bibe ser Keşmiriyan. Kes nikare zexte bibe ser Keşmiriyan. Dema em li Filistine diniherin dibinin ku kes nikare zexte bibe ser wan ji."

Serokomare Pakistane Alwi destnişan kir ku ew wek civakeke misilman naxwazin bi kesi ra şer bikin ü ji bo aştiye maye ji deste wan te we hewl bidin ü wiha dewam kir: "Em ne ji ber beheziye em ji bo ku aştiya di navbera Hindistan ü Pakistane da we bi xwe ra xweşhaliye bine, aştiye dixwazin."

Di mijara hevkariya Pakistan-Malezya-Tirkiyeye ku Serokwezire Malezyaye Mahathir Muhammed peşniyaz kiribü da ji Alwi got: "Ez wisa difikirim ku Tirkiye, Pakistan ü Malezya bi tene ne ji bo aştiye ew e şirikatiya wan di heman deme da ji bo peşketina alema misilmanan ji xwedi roleke giring be."

Mijara tekoşina ku Tirkiye li diji Rexistina Terore ya Fetullahi (FETO) dide ji ji Alwi hat pirsin ü wi ji got: "Li gor qinaeta min ev mijar di qada navneteweyi da baş hat fehmkirin. Ez wisa difikirim ku em di ve mijare da li cem Tirkiyeye ne. Dema ez ji bo vekirina Balafirgeha Stenbole hatim Tirkiyeye birez Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi taybeti ji min xwest ku di dozen li hemberi wan teroristan da bila Pakistan bi lez ü bez tevbigere. Me ji pevajoyen doza demildest bir seri ü hemü dibistanan dewqi Weqfa Maarife kir. Tirkiye bi maqüli ü baş li ser ve mijare disekine. Gele Tirk piştevaniya hikümete dike ü em ji bi ve kefxweş dibin. Ev yek ji nişan dide ku dema we piştevaniya gel hilda we deme tu kes nikare eleqeya xwe bi we bike, ev minakeke xweş e." -



 
Latest News





 
 
Top News