Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 07:27 
News  > 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ermenistan divê axên Azerbeycanê yên dagir kiriye, demildest terk...

28.09.2020 16:26

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiye bi dil û hemû derfetên xwe va li cem Azerbeycana dost û bira wê sekna xwe bidobîne." "Heke Ermenistan axên Azerbeycanê yên ku dagir kirine, demildest terk bike, li herêmê cardin wê aştî û hizûr çêbe."

Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan got: "Ez careke din Ermenistana ku duh erişi ser axa Azerbeycane kir şermezar dikim. Li hereme kriza ku bi dagirkirina Qerebaxa Çiyayi dest pe kir, dive demildest were dawikirin. Heke Ermenistan axen Azerbeycane yen ku dagir kirine, demildest terk bike, li hereme cardin we aşti ü hizür çebe."

Erdogan li Ofisa Dolmabahçeye ya Serokomariye di "Sempozyuma Rojhilate Behra Spi ü Hiqüqa Behre ya Navneteweyi" da ku Zaningeha Stenbole ü Zaningeha Maramaraye bi piştevaniya Serokatiya Meclise li dar xistin da axivi.

Serokomar Erdogan bal kişand ser erişa Ermenistana ku duh erişi axen Azerbeycane kir ü got ku ew cardin Ermenistane şermezar dike ü wiha pe da çü: "Tirkiye bi hemü derfet ü qabiliyeta xwe we ligel Azerbeycana dost ü bira be. Li hereme kriza ku bi dagirkirina Qerebaxa Çiyayi dest pe kir, dive demildest were dawikirin. Azerbeycana gotibü dema hesab hat edi bixwaze nexwaze mecbür maye ku navika xwe bi xwe bibire."

"Tirkiye li Behra Spi hevale rageşiye nine ew hevale aşti, hevkari, heqi ü edalete ye"

Serokomar Erdogan destnişan kir ku Tirkiye welateki Behra Spi ye ü wiha pe da çü: "Li ve dere weke seransere diroke iro ji em ne mevan in, xwediye male ne. Her hemleya li Behra Spi te kirin ü her gaven ku ten avetin rasterast ji bo ewlehi, heq ü berjewendiyen welate me xwedi tesir in. Niha geşedanen rü didin ji bo hemü welaten xurt en hereme firsendeke ku re ü rebazen çareseriya rastin ü adil texin dewre. Siyaseta kurewi ev çend mehen dawin in bi rüdanen li ber Behra Spi va bireva diçe ü mirov ve bibeje tespiteke xelet nine."

Serokomar Erdogan destnişan kir ku iro pergaleke wehşi ya seba neft, xaza siruşti ü berjewendiyan mirovahiye ji hole radike ketiye şüna aştiya Osmaniyan ü wiha domand: "Ew mejiye metinger en ku dilopek neft ü gramek zer ji we xwina mirov a dirije piroztir dibine Behra Spi ji we behra aşti ü şaristaniye dür xist ü kir behra xwin ü rondiken çavan."

Erdogan bal kişand ser şaristaniya Osmaniyan ü wiha pe da çü: "Em li Behra Spi weke mileteki werise şaristani ü aştiya Osmaniyan li ve erdnigariye dixwazin ku cardin hizür çebibe. Tirkiye li Behra Spi hevale rageşiye nine ew hevale aşti, hevkari, heqi ü edalete ye. Em nikarin pirsgireken li Behra Spi bi ji hev dürketine çareser bikin hemü aktoren li hereme dive li dora heman maseye bicivin ü mesele wisa were çareser kirin."

Serokomar Erdogan destnişan kir ku hemü plan ü bernameyen ji beyi Tirkiyeye ben çekirin bi keri aştiye nayen ü wiha domand: "Ji tu denklema ku Tirkiye ü KKTC bi awayeki adil te da tunebe, aştiya Behra Spi dernakeve. Werin em hemü bi hev ra Behra Spi cardin veguhezin hewzeyeke aştiye. Werin em bi dijmintiyen nü va ava zelal a Behra Spi qirej nekin. Bi taybeti ji Yekitiya Ewropaye ji fersenden diplomasi istifade nekir ü di ser da ji li hemberi horiniya Yewnanistan ü Qibrisa Rüm seri tewand." -



 
Latest News





 
 
Top News