Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Di destpeke da li tevahiya Rizeye ji bona avahiyen di lehiya di 15e Tirmehe da zirar ditine ü talüke ji bona wan heye em e bi tevahi 550 avahi çekin."
Erdogan li Rizeya ku ji ber barane lehi le rabü ü hezaz çebü li ber Serokatiya Guneysuye ya AK Partiye xitabi welatiyan kir.
Serokomar Erdogan destnişan kir di lehiya li Rizeye rabü da heya niha 328 je yen legerin ü xilaskirine 2 hezar ü 860 personel ü 705 wesait wezife kirine ü got ku 426 reyen ji ber afate hatin girtin bi temami hatine vekirin.
Erdogan destnişan kir ku ave didin hemü herema afete ü di ava vexwarine, vejen ü ragihandine da tu pirsgirek tuneye ü wiha axivi, "Li Rizeye 665 avahiyen di bin talükeya lehiye da ne hatine tesbitkirin. Em him hereme vala dikin ü him ji ji bona çareserkirina mexdüriyetan projeyan didin meşandin. Di destpeke da li tevahiya Rizeye ji bona avahiyen di lehiya di 15e Tirmehe da zirar ditine ü talüke ji bona wan heye em e bi tevahi 550 avahi çekin. Li navenda Rizeye, Çayeli, Guneysuye ü li 119 gundan xebaten tesbitkirina avahiya bi 50 ekiben cuda li gor esasa 7/24 di nav du rojan da hatine temamkirin."
Serokomar Erdogan got ku alikariya kire, barkirin ü alikariyen din dane afetzedeyen li Rizeye ü ji 18 milyon lireye ku ji bona rewşen acil hatiye terxankirin 3 milyon lire hatiye belavkirin.
Erdogane bale kişand ser lehiyen li Rize ü Artvine got ku li gor reberiya minaken baş yen bere dive em ji tecrubeyen eşdar derse hildin ü ji xwe ra nexşereyeke nü xez bikin ü wiha pe da çü, "Me di dewsa mimariya bilind da mimariya berwar teşwiq kir ü bajaren me pari rehet bün. Rica dikim li berpalan avahiyen 5 ü 10 qati çenekin." -
|