Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Li ber ewqas neheqiyen ku li me ten kirin disa ji Yekitiya Ewropaye ji bona me peşhateyeke stratejik e. Loma ji em di vi wari da he ji cehd dikin."
Erdogan li Qesra Çankayaye bi balyozen Enqereye yen dewleten endame Yekitiya Ewropaye (YE) ra civiya ü xitabi wan kir.
Serokomar Erdogan destnişan kir hemü kesen ku objektif diniherin itiraf ü dubare dikin ku ji bona YE ji gef ü talükeyen li peşiya xwe derbas bibe, dewleta mifte Tirkiye ye.
Erdogan got ku heger bi saya hewldanen me nebüya we qeyrana koçberiye zede bibüya, mirin ü kuştin zede bibüya, terore zede bibüya ü beistiqrari li erdnigariyeke berfireh belav bibüya.
Serokomar Erdogan diyar kir dive dawi li paşdaşandin ü miemeleya xerab ya diji koçberan binin ku hiqüqa navneteweyi te binpekirin.
Erdogan destnişan kir di bin nave hevkariya yekitiye (YE) da dixwazin pewendiyen Tirkiye-Ewropaye sabote bikin ü got ku loma ji dive re li ber ve be girtin.
Serokomar Erdogan diyar kir mixabin YE çaven xwe girtiye ü berdevkiya terefe Rüman dike, le di heman deme da naxwaze heq ü hiqüqa Tirken Qibrise bibine ku parçeyeki ve erdnigariye ne.
Erdogan destnişan kir hevi dikin ku Yekitiya Ewropaye di sala 2022yan da ji miyopiya stratejik xilas bibe ü ji bona peşvabirina pewendiyen xwe yen bi Tirkiyeye ra gaven werek biaveje ü wiha axivi, "Li ber ewqas neheqiyen ku li me ten kirin disa ji Yekitiya Ewropaye ji bona me peşhateyeke stratejik e. Loma ji em di vi wari da he ji cehd dikin." -
|