Serokomare Tirkiyeye ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan li Agiriye beşdari mitinga partiya xwe ya ku li Xaçereya Dortyole hat lidarxistin bü ü li wir axivi.
Erdogan di mitinge da silav da hemü navçeyen Agiriye ü wiha axivi: "Derde Agiriye derde me ye. Sere Agiriye bieşe, dile me jan dide. Dile Agiriye xemgin bibe, tehma deve me xirab dibe. Werin em vi bajare mezin bi hev ra ji bo dahatüye amade bikin. Li vi bajare dile wi wek Ehmede Xani bi hezkirine tije ye, biratiye em bi hev ra bilind bikin. Werin em bi hev ra vi bajare ku dile we wek germaven Diyadine ye muxebbete bikin. Ji bo ve ez dixwazim di 31e Adare da hün xwedi li iradeya xwe derkevin."
"Ev ne demokrasi ye, ev ne xizmeta gel e"
Erdogan ji bo namzede AK Partiye Savci Sayan ji welatiyan piştgiri xwest ü got bi saya qeyüman gelek xizmeten baş hatine kirin ü we ben kirin ji.
Ji bo baredaren bere hatine hilbijartin Erdogan got ew ten hilbijartin ü diçin Enqereye xwedi li cihen ku le hatine hilbijartin dernakevin ü wiha dewam kir: "Ev ne demokrasi ye, ev ne xizmeta gel e. Em dixwazin kese ku gele xwe hez dike bila bi gel ra biji, bila bi gel ra be."
Erdohan Seroke Gişti ye CHPye Kemal Kiliçdaroglu ji rexne kir ü got ka ew çend caran hatiye Agiriye ku bizanibe li bajer kijan xizmet hatine kirin ü xebaten li Agiriye hatine kirin bi bir ani.
"Nike we 5 hezar kesi istixdam bike"
Erdogan bangi gele Agiriye kir ü der bare fabriqeya ku we be avakirin da wiha mizgini da: "Marqeyeke navneteweyi Nike te li vir, we fabriqaye ava bike, we 5 hezar kesi istixdam bike."
"HDP dijmine Sirüda me ya İstiqlale ye, dijmine alaya me ye"
Serokomar Erdogan Partiya Demokratik a Gel (HDP) rexne kir ü wiha got: "HDP dijmine Sirüda me ya İstiqlale ye, dijmine alaya me ye. Her ki erişi banga me, alaya me, nirxen me, Sirüda me ya İstiqlale bike, bizanibin ku hedefa wi erişi me kirine." -
|