Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku şewba virusa koronaye (kovid-19) berpirsyari ü giringiya G20e ya ku aboriyen heri mezin en dinyaye tine bal hev, zedetir kir ü wiha got: "Biryaren ku em e di Lütke Riyade da hildin bi tene ne ji bo kemkirina tesiren şewbe we bi keri bendewariyen ku ji G20e ten payin ji be."
Video peyama Serokomar Erdogan ji Lütkeya Lideran a G20e ra şand, beri lütkeya ku we bi Serokatiya Heyama Erebistana Siüdi be kirin, ji ser hesabe "G20 Saudi Arabia"ye Twittere hat weşandin.
Erdogan bi silave dest bi peyama xwe kir ü got ku Lütkeya Lideran a G20e isal ji ber şewba Kovid-19e we di meydana nigaşi da be kirin ü wiha pe da çü: "Ev şewba di sedsala dawin da wek qeyrana tenduristiye ya geleki mezin te hesibandin ji aboriye bigir heta perwerdehi ü tekiliyen mirovahi li ser gelek tiştan xwedi bandor e. Ev şewb cudakariye nake navbera nijad, baweri, ol, herem ü rengan ü careke din nişan da ku em hemü endamen malbata mirovahiye ya mezin in."
Serokomar di dawiya axaftina xwe da spas kir ü got ku bila hemü biminin di nav xer ü xweşiye da. -
|