Serokomar Erdogan: "Ez geleki kefxweş im ku iro Norwec, Finlandiya ü İspanyaye eşkere kirin ku de dewleta Filistine nas bikin"
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beşdari Merasima Xelaten Başiye ya Navneteweyi ku li Navenda Milet Kongre ü Çande ya Beştepeye hat lidaxistin bü.
Serokomar Erdogan got, "Madeya jeneger a hevditinen ku em bi seroken biyani ra dikin naskirina dewleta Filistine ü li Xezeye rawestandina qetliaman e.
Hezen Rojavayi heta ku digel hemü şümiti ü beperwabüna Netanyahu li pişt wi bin nikarin li Filistine peşi li qetliaman bigrin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser emperyalizma siyonist ü wiha got:
"Heke emperyalizma siyonist wiha dewam bike ez eşkereyi dibejim dinyaya me bergirtiye pevçünen nü ye
Bila tu kes tinaze xwe bi eqle me neke. Di xwina ku li Xezeye diherike da biqasi dagirkeran webala kesen ku piştgiriya lojistik ü eskeri didin wan ji heye"
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Ji 7e cotmehe vir va li ber çave hemü dinyaye li Xezeye yek ji komkujiyen heri hov yen sedsale te kirin"
"Xezeye guherandin goristaneke zarokan a mezin"
Serokomar Erdogan: "Xeze jixwe ji ber dorpeçiye nexweşxaneyeke ser vekiri bü, di 229 rojen dawin da Xezeye guherandin goristaneke zarokan a mezin.
Em nikarin bibin ji wan en dema cirane wi birçi ye ter radize, nikarin bibin wan kesen pişta xwe dizivire biraye xwe dibeje ji min ra çi, her pez ji linge xwe te daliqandin
Serokomar Erdogan diyar kir: "Hember birayen me yen Filistini yen ku 76 sal e xeyala vegera mal ü welate xwe dikin berpirsyariya me heye. Em nikarin van tune bihesibinin ü paşguh bikin" -
|