Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/04/2024 21:51 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Heya Filistînî azad bibin û bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe em ê nesekinin"

Serokomar Erdogan:

29.03.2024 17:57

Serokomar Erdogan got ku "Heya Filistînî azad bibin û li ser axa xwe ya dagirkirî bibin xwediyê dewleteke serbixwe ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, em ê nesekinin.

Serokomar ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan got ku "Li propagandayen dijminen Tirkiyeye yen ku temamiya wan vir ü derew in nenerin ü bila şik ü guman nekeve dile we. Guh nedin gotinen beexlaq ü bebingehen kemfirsend ku dixwazin hesasiyeta gele me ya ji bo Xezeye istismar bikin. Dewleta Komara Tirkiyeye bi hemü saziyen xwe va li ba gele Filistine ye."

Serokomar Erdogan di mitinga ku partiya wi li ber dere Şaredariya Sancaktepeye li dar xist da axivi.

Erdogan diyar kir ku di nav rojen mibarek en ku dive betir ji deste feqiran bigirin, hewcehiyen hewcedaran pek binin da ne ü behs kir ku ji Filistine heta Turkistan, Südan, Yemen, Süriye ü Efxanistane li gelek cihen dinyaye mirov zehmetiyen mezin dikşinin.

Erdogan got ku "Hikümeta zalim a İsriale ya ku hiqüqe nas nake, pirozweriyan nas nake biqasi 6 meh e birayen me yen li Xezeye bi hovane qetil dike. Em di van rojen mustesna yen ku diayen ji dil paş da nayen vegerandin da deste xwe vedikin ü ji bo mezlümün Xezeyi dia dikin."

Erdogan destnişan kir ku digel diayan bi alikariyan va ji li ba gele Xezeye ne ü wiha axivi:

"Me heta niha bi balafir ü keştiya ji 40 toni zedetir melzemeyen alikariye şandin hereme. Me duh heştemin keştiya alikariye ya 125 hezar paketen xureke yen 3 hezar ton barkiri, ji bo bigiheje Xezeye şand Misre. Pişti biryara agirbesta acil a Konseya Ewlekariya Neteweyen Yekbüyi, em hewl didin zexta li ser İsraile zede bibe."

"Şahide heri nez e hewldanen Tirkiyeye bi hemü kom ü kesen xwe va gele Filistine ye"

Serokomar Erdogan got ku ji wir bangi hemü birayen xwe yen ku dile wan ji bo mezlümen Xezeyi le dixe, dike ü wiha axivi: "Li propagandayen dijminen Tirkiyeye yen ku temamiya wan vir ü derew in nenerin ü bila şik ü guman nekeve dile we. Guh nedin gotinen beexlaq ü bebingehen kemfirsend ku dixwazin hesasiyeta gele me ya ji bo Xezeye istismar bikin. Dewleta Komara Tirkiyeye bi hemü saziyen xwe va li ba gele Filistine ye. Çi ji deste me be, heta heza me tere bike, bi qasi imkanen xwe, em dikin, em e bikin."

Erdogan got ku şahide heri nez e hewldanen Tirkiyeye bi hemü kom ü kesen xwe va gele Filistine ye.

"Em e bi biryardari parastina doza Filistine bidominin"

Erdogan da zanin ku digel wi Wezire Karen Derva, Seroke MİTe, AFAD, Heyva Sor, weqf, komele ü xerxwaz ji bo Filistin ü Xezeye dixebitin ü wiha axivi:

"Tirkiyeye çawa ku ezmüna Süriyeye, ezmüna Somaliye ü ezmüna Qerebaxe bi serketi derbas kir, hewl dide ku ezmüna Xezeye ji derbas bike. Heya Filistini azad bibin ü li ser axa xwe ya dagirkiri bibin xwediye dewleteke serbixwe ya ku paytexta we Qudsa Rojhilat e, em e nesekinin. Kesen ku iftiraye diavejin merxasen Filistini yen ku welate xwe diparezin ü dibejin wan 'terorist' ü dibin piştek ji İsraile ra, nikarin gotineke ji ji me ra bibejin. Em e digel lobiyen wisa zen dikin ku de bi zext ü tehdeye bi me paşda gev bidin avetin bi biryardari parastina doza Filistine biparezin."

Serokomar Erdogan got ku li aliyeki nüneren politikaya paqij, zelal ü rast hene. Li aliye din ji yen ku ji çavkaniyen tari bi desteyen dolar ü ewroyan bircen pereyan çedikin hene ü axaftina xwe wiha domand: "Em e şaredaren ku gava ben ser wezifeye qewlen xwe ji bir nekin, şaredaren ku qewlen xwe bi ci binin, hilbijerin."

Serokomar Erdogan got "İnşellah em yek ji nexweşxaneyen bajer ya heri mezin ya Tirkiyeye ku kapasiteya we 4 hezar ü 100 nivin e, li Sancaktepeye ava dikin." -



 
Latest News





 
 
Top News