Serokomar Recep Tayyip Erdogan weki mevane Serokwezire Albanyaye Edi Rama, bi balafira taybet TC-ANKye va di saet 12.40i da gihişt paytexte Albanyaye Tirane.
Serokomar Erdogan li Balafirgeha Navneteweyi ya Rahibe Teresaye ji hela Serokwezire Albanyaye Edi Rama hat peşwazikirin.
Pişti ledana marşen neteweyi yen her du welatan, Erdogan silav da yekeya merasime ü pey ra Erdogan ü Rama heyeten xwe bi hev dan naskirin.
Paşe ji Erdogan ü Rama ber bi bajare Laçe bi re ketin ku beşdari merasima radestkirina wan xaniyan bibe ku bi deste Tirkiyeye li bajare Laçe ji bo malbaten ku di erdheja sala 2019an da malen wan hilweşiyan hatin çekirin.
Wezire Karen Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu, Wezire Hawirdor, Bajarvani ü Guherina Demsalan Murat Kurum, Wezire Ciwani ü Werzişe Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezire Parastina Neteweyi Hulusi Ajar ü Wezire Çand ü Turizme Mehmet Nuri Ersoy, Seroke Ragihandine ye Serokomariye Fahrettin Altun, Seroke Pişesaziya Parastine ya Serokomariye İsmail Demir ü Berdevke Serokomariye İbrahim Kalin ji hevaltiya Erdogan dikin. -
|