Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 06:04 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin"

26.10.2020 16:41

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin.

Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan li Navenda Çande ü Kongreya Neteweyi ya Beştepeye beşdari Bernameya Vekirina Hefteya Mewlüda Nebi bü.

Erdogan di bernameye da axivi ü behsa tevgera rayedaren Fransaye ü erişen li hemberi Misilmanan kir.

"Ez ji vir bangi gele me dikim, tu care malen Fransaye nekirin."

Erdogan behsa erişen li Fransaye diji Misilmanan ten kirin ü daxuyaniyen Serokomare Fransaye Emmanuel Macron kir ü wiha axivi: "Dijmintiya İslam ü Misilmanan, li hin welaten Ewropaye büye weke politikaya ku seroke dewlete bixwe piştgiriye dide. Nijadperesti ü dijminatiya İslame ki dibe bila bibe, wezife ü meqama wi çi dibe bila bibe, nexweşiyeke derüniye ye ku aqil ü wicdane tune dike. Ji ber teşwiqkirina seroke Fransaye ye ku ji hela hiş va mihtaci kontrole ye van erişan dest pe kir. Ez weke serokomare welateki ku 6 milyon meriven wi li Ewropaye dijin, dixwazim hişyariyeke wiha bidim mixataben xwe; heke hün Misilmanan texin dijmine xwe, tu tişteki ku hün bi dest bixin tuneye. Ji bo ku hün nehejabüna xwe veşerin, hün ketine ve reye, le dawiya ve reye felaket e. Ez ji vir bangi gele me dikim, tu care malen Fransaye nekirin."

"Li cem me azadiya din heye"

Serokomar Erdogan bangi Şansolye Angela Merkele kir ku ew berteke nişani tevgeren diji MIsilmanan te kirin bide ü wiha got: "Ez ji vir bangi seroken dinyaye dikim, heke li Fransaye li hemberi Misilmanan zilm hebe werin em bi hev ra li wan ji xwedi derkevin. Ez bangi Şansolye Merkele ji dikim, ka li cem we azadiya din hebü, dewleta we ji bo din ü kesen dine xwe dijin pebaweriyek ava kiribü? Baş e, çawa dibe ku di nimeja sibe da ji 100i zedetir poles erişi mizgefte dikin? We tişten berevaji ve li Tirkiyeye bihist gelo? Na, lewra li cem me azadiya din heye."

Erdogan der bare dijminatiya İslame da Parlamentoya Ewropaye ji rexne kir ü wiha axivi: "Em van büyeren di demen dawin da diqewimin, behediya seroken dewlete, erişa polesan a di nimeja sibe da li mizgefte hat kirin wek büyeren ji reze nanirxinin. Parlamentoya Ewropaye ya ku di her mijare da der bare welate me da fikre xwe dibeje, li hemberi ve mijare nikare wisa bedeng bimine ü van tiştan nebihize."

"Em ve şewbe hesantir derbas dikin"

Der bare şewba virusa koronaye (Kovid-19) da Erdogan wiha axivi: "Bi saya binesaziyeke xurt a tenduristiye, tevdiren di deme da me ditin ü fedakariya xebatkaren me yen tenduristiye li gor welaten din em ve şewbe hesantir derbas dikin." -



 
Latest News





 
 
Top News