Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 08:09 
News  > 

Serokomar Erdogan: Diyar e ku bêyî piştgiriya welatê me, Yekîtî nikare hebûna xwe bi awayekî xurt...

09.05.2021 13:41

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Di serî da mekanîzmayên xwe yên biryarê dide ji ber çav ra derbas bike, hewcedariya Yekîtiya Ewropayê bi sazûmaniyeke nû, vîzyoneke nû û gotineke nû heye.

Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan daxuyand astengiya heri mezin a li ber Yekitiya Ewropaye ya ku nahele ew bibe aktoreki kurewi kemasiya sebre ü vizyone ye ü wiha got: "Di seri da mekanizmayen xwe yen biryare dide ji ber çav ra derbas bike, hewcedariya Yekitiya Ewropaye bi sazümaniyeke nü, vizyoneke nü ü gotineke nü heye."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandine ya Serokomariye Erdogan ji ber 9e Gulane Roja Ewropaye peyamek weşand.

Erdogan got ji sala 1999an vir va li Tirkiyeye ji Roja Ewropaye te pirozkirin, Yekitiya Ewropaye bi politikayen xwe yen hevpar li parzemine ü dervayi sinoran ji bo aşti, istiqrar ü refah çebibe karen giring dike.

"Hewcedariya YEye bi vizyoneke nü ü gotineke nü heye"

Serokomar Erdogan got Yekitiya Ewropaye di demen dawin da bi mijaren wek qeyrana koçberan, dijminatiya İslame, dijayetiya biyaniyan, pirgireken aboriye, şewba Kovid-19e ra rübirü dimine ü wiha dewam kir: "Ji bo ev pirsgirek ben çareserkirin hevkari, piştevani, nerineke werek dive çebibe. Astengiya heri mezin a li ber Yekitiya Ewropaye ya ku nahele ew bibe aktoreki kurewi kemasiya sebre ü vizyone ye. Di seri da mekanizmayen xwe yen biryare dide ji ber çav ra derbas bike, hewcedariya Yekitiya Ewropaye bi sazümaniyeke nü, vizyoneke nü ü gotineke nü heye."

"Beyi piştgiriya welate me, Yekiti nikare hebüna xwe bi awayeki xurt bidomine"

Erdogan behsa Konferansa Dahatüya Ewropaye kir ü got welaten namzet ji bo konferanse nayen vexwendin ü wiha axivi: "Ji hela dirok, erdnigari ü beşeri va Tirkiye perçeyeki Ewropaye ye ü ji bo çareserkirina pirsgireken Yekitiya Ewropaye çi dikeve li ser mile we amade ye ku bike. Diyar e ku beyi piştgiriya welate me, Yekiti nikare hebüna xwe bi awayeki xurt bidomine."

"Tirkiye li hemberi tevgeren durü ü astengiyan disa ji ji bo endamtiya YEye dixebite"

Ji bo endamtiya Tirkiyeye ya Ewropaye Erdogan got Ewropa di yeya endamtiye da sozen daye Tirkiyeye bi cih nayne ü wiha pe da çü: "Tirkiye li hemberi tevgeren durü ü astengiyan disa ji tevgera xwe ya stratejik ü xebaten xwe yen ji bo endamtiya YEye bibiryar didomine. Endamtiya Tirkiyeye ji bili welatiyen xwe we li ber hereme ü dinyaye reya Ewropaye veke. Bi van fikran va ez 9e Gulane Roja Ewropaye ya hemü Ewropayiyan ü welatiyen xwe piroz dikim. -



 
Latest News





 
 
Top News