Serokomar Recep Tayyip Erdogan der bare referanduma ku Herema Kurdistana Iraqe (HKI) dixwaze di 25e ilone bike da wiha got: "Me di seri da got em yekitiya axa Iraqe dixwazin. He tu kesi nedigot. Dive ev referandum neye kirin."
Serokomar Erdogane ji bo Hevditinen Lijneya Gişti ya Neteweyen Yekbüyi ya 72yemin li New Yorka bajare DYAye ye derket bernameya "News Hour"a kanala PBSye ü pirsen Judy Woodruffa ku peşkeşvana bernameye bersivand.
Erdogan li ser pirsen referanduma ku HKI dixwaze di 25e ilone de bike wiha got:
"Ez ve eşkere bibejim. Me di seri da got em yekitiya axa Iraqe dixwazin. He tu kesi nedigot. Dive ev referandum neye kirin. Le we dere ereb, tirkmen ü kurd bi hev ra dijin. Di navbera me ü Iraqe da 350 kilometre xeta sinor heye. Em e ve referandume çawa qebül bikin? İranj i di ve meseleye da eyni nafikire. Irak ji eyni. Ji ber ve yeke hün wek Bakure Iraqe bi tene çawa biryareke wiha didin? Em ve biryare qebül nakin."
Serokomar Erdogan piştgiriya DYA li Süriyeye dide PYD/YPGya ku baske PKKya rexistina terore nirxand ü got: "Li Süriyeye PYDya rexistina terore cih digire, bi heman awayi baske we YPG ji li wir e. Ew basken PKKya rexistina terore yen li we dere ne ü em bi wan ra şer dikin. DYA, PKK weki rexistina terore dihesibine le baske PYD/YPGya şaxa we weki rexistina terore qebül nake."
Serokomar Erdogan çeken DYAye dabü PYDye bi bir xist ü ragihand ku DYAye gotiye pişti şere bi DEAŞe ra ew çek we ben komkirin. Di axaftina xwe da Erdogan bal kişand ser wan gotinan ü got ku çeken bere hatine dayin ji hene ü ew kar bi wi awayi nameşe.
"Hün van çekan çawa didin rexistinen terore?"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Li Reqaye bi van komen ast kem ra diji DEAŞe şer kirin rast nine, tevli me dikaribün ev şer bireva bibin. Tekoşina li hemberi DEAŞe ku DYA bi PYD/PKKye ra bireva dibe rast nine. Min ev yek gihand meqamen payebilind en DYAye. Em nikarin wan çekan ji DYAye bistinin hün çawa wan çekan didin rexistinen terore? Em ve pirse ji dosten xwe yen DYAyi dipirsin. Tirkiye bi pere ji DYAye çekan distine le reveberiya wi welati ji teroristan ra çekan belaş dişine. Ji teroristan ra 3 hezar TIR çek hatin şandin. Me demeke xwest ku Predatora wesayita bemirov a esmani bila bifiroşin me le wan neda. Niha wan bi TIRan va ji teroristan ra dişinin."
"Em li diji gele kurd ninin em li diji rexistinen terore ne"
Serokomar Erdogan ji ber pirseke xwest ku bila meseleyek baş be fehmkirin ü got: "Li ve dere mijar pirsgireka kurd nine. Ev pirsgirekeke rexistina terore ye. Ez dixwazim bine ve yeke xez bikim lewra em li diji kurdan ninin, em li diji rexistinen terore ne. Kurd dosten me ne." -
|