Serokomar ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan wiha got, "Wek parti herçiqas em düri hedefen xwe ketibin ji, me ereni peşwazi li encamen hilbijartina 31e Adare kir. Ji bo me ya giring, qazanckirina Tirkiye ü demokrasiya Tirkiyeye ye."
Serokomar Erdogan di Civina Seroken Parezgehan a Berfirehkiri da ya li navenda gişti ya partiye hat lidarxistin, axivi ü diyar kir ku ew geleki bextewar e ku di civina ewil a sale da ew digel hevre ü hevalen xwe yen doze ye."
"Pişti pevajoya şewr ü nübüne, AK Parti de bi hezdari di reya xwe da bimeşe"
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku wan bi ereni peşwazi li encamen hilbijartine kir ü wiha dewam kir:
"Wek parti herçiqas em düri hedefen xwe ketibin ji, me ereni peşwazi li encamen hilbijartina 31e Adare kir. Ji bo me ya giring, qazanckirina Tirkiye ü demokrasiya Tirkiyeye ye. Em encamen hilbijartine yen 31e Adare paşguh nakin. Me hesaben xwe yen navxweyi yen berfireh en encaman bi rayedaren partiya xwe ra kir, dikin ü em e bikin. Pişti pevajoya xwe ya şewr ü nübüne, em biryardar in ku AK Parti he bi hezdari di reya xwe da bimeşe."
"Di nerita me ya siyasi da cihe we yeke tuneye ku em xwe ji gel dür bixin"
Serokomar Erdogan bal kişand ku bi siyasetmedar, burokrate bikapris, lobi ü komen berjewendiyen xwe va tu kes nikare ji bo hewas ü hesabe xwe ye şexsi, fedakariya dildaren partiya wan zeyi bike ü wiha dewam kir:
"Di nerita me ya siyasi da cihe we yeke tuneye ku em xwe ji gel dür bixin, di navbera xwe da diwaran le kin ü peywendiya bi sük, bazar ü taxe ra qels bikin. Di civina MYKya me ya dawin da me biryara civandina kampa istişareye ya kevneşopi da. Em e peşiye bi parlamenteran ra, dü ra ji bi şaredaran ra ben cem hev." -
|