Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Di dewsa ku li cem mutefiqeki dibe hedefa terore da ci bigirin tercihkirina rexistineke terore ya erişi mutefiq dike xeletiyeke diroki ye."
Erdogan di serdana xwe ya li Azerbaycane da pirsen rojnamevanan bersivand.
Serokomar Erdogan destnişan kir di NATOye da seroken dinyaye di mijara tekoşina Tirkiyeye ya diji YPG/PKK, FETO ü DEAŞe da agahdar kirine ü wiha axivi, "Di dewsa ku li cem mutefiqeki dibe hedefa terore da ci bigirin tercihkirina rexistineke terore ya erişi mutefiq dike xeletiyeke diroki ye. Kesen desteke didin rexistinen terore ü deste xwe li pişta wan didin zü yan ji dereng we fehm bikin ku xeletiyeke çiqas mezin dikin."
Erdogan diyar kir pişti biryara Amerikaye ya vekişina ji Efxanistane Tirkiye dikare li vir berpirsyariyeke mezin hilde.
Serokomar Erdogan der bare meseleya F-35an ü S-400i da wiha axivi, "(Ji Joe Bidene Seroke Amerikaye ra) Min got li bende nebin ku Tirkiye di meseleya F-35an ü S-400i da gaven cuda biaveje. Lewra me di mijara F-35an da wezifeya xwe kir."
Erdogan ji bona pirsgireken di navbera Azerbaycan ü Ermenistane da wiha peyivi, "Dive Ermenistan edi gaven meriv je bawer bike biaveje. Bi Azerbeycane ra parvekirina nexşeya mayinen ku bi ci kiriye di vi wari da we gaveke giring be."
Serokomar Erdogan der bare vekirina koridora Zengezure da diyar kir texmin nakim ku Rüsya bixwaze bi derengi bixe ü wiha got, "Berevajiye ve di hewayeke ereni da ye. Di demeke nezik da ez e bi Vladimir Putine Seroke Rüsyaye ra biaxivim."
Erdogan der bare xebaten aşiya Kovid-19e da destnişan kir ji ber pevajoya aşikirine ya zede li gelek ciyan reheti çebüye ü got ku hevi dikim ku di İlon-Cotmehe da em ji aşiya xwe derxin.
Serokomar Erdogan ji bona nazmediya serokomariye diyar kir namzede İtifaqa Cumhur eşkere ye ü got ku loma ji min eleqedar nake ku we ki derkeve hemberi min. -
|