Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 11:33 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Di 31ê Adarê da wê xwîşk û birayên me yên Kurd biryara pêşeroja xwe bidin"

27.03.2024 16:12

Serokomar ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan, "Di 31e Adare da we xwişk ü birayen me yen Kurd ji yen ku miseleti sere wan büne xilas bibin ü bi iradeya xwe ya azad biryara peşeroja xwe ü bajaren xwe bidin."

Erdogan li Meydana İstasyone di mitinga partiya xwe ya Diyarbekire da axivi.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnişan kir DEMe iradeya Kurdan derxistiye bazara işportaye ü wiha got, "DEMa ku tekane sermayeya we rayen we ye, iradeya xwişk ü birayen min yen Kurd derxistiye bazara işportaye. Di ve bazare da derde berhemdari ü xizmete tuneye. Bi qewl ü gotinen ku qaşo we we ji zilma axa, şex, derebeg ü dewlete xilas bikin ü bi vir ü derewen siyaseta demokratik ipotek danin ser rayen we."

Erdogan bal kişand ser tekoşina diji terore ü wiha axivi, "Me wisa kir ku PKK edi nikare di nava sinoren me da tevbigere ü çalakiyan bike. Em dervayi sinoren xwe gav bi gav kontrol dikin. Piraniya dewleten li derdora me di nava çembera agir ü xwine da digevizin, le em re nadin kesen ku dixwazin ewlehi ü hizüra me xera bikin ü em e nehelin ji."

Serokomar Erdogan destnişan kir dixwazin ku Kurd rabin ser xwe ü ipoteka li ser iradeya xwe rakin ü biavejin.

Erdogan got ku em e bi hemü kesen ku quqletiya metingeran nekin ra rünin ü em e bi hemü kesen ku mesafeye bixin nava xwe ü her cure terore ra biaxivin ü wiha dewam kir, "Em dikarin bi her kese ku reza wan ji yekitiya gel, yekparçeyiya welat ü beqaya dewleta me ra heye rünin baxivin. Helbet em amade ne bi her kesi ra het tişti biaxivin, lebele deriye me ji teroristan ra ji ji kesen ku di bin siya terore da siyasete dikin ra ji girtiye. Partiya ku listeya wan a parlementeran, ya namzeden şaredariye, ya endamen meclise ü reveberiya navenda gişti rexistina terore diyar dike, nabe."

Serokomar Erdogan diyar kir heger ji bo hizüra 85 milyoni tiştek hewce dike dive demildest be kirin ü wiha got, "Tirkiye 40 sal e bi terore berdel dide ü edi ji bo 40 saleki din tehemüla me tuneye."

Erdogan destnişan kir bi ibret we listika ku ji bo xwişk ü birayen me yen Kurd bikin mezeya siyaseta tewşo mewşo, dişopinin ü wiha peyivi, "Di 21 salen dawin da me ji bo demokrasiye çi gav avetibe CHP li bere sekiniye ü iro ji şerm nakin weke hevi CHPye didin ber xwişk ü birayen me yen Kurd. Ez bawer im ji bo wan kesen ku li Stenbole çiqas endamen ideolojiya marjinal hebin, anin li sere birayen me yen Kurd kirin patron, reya çüne nemaye."

Serokomar Erdogan got ku di 31e Adare da we xwişk ü birayen me yen Kurd ji yen ku miseleti sere wan büne xilas bibin ü bi iradeya xwe ya azad biryara peşeroja xwe ü bajaren xwe bidin. -



 
Latest News





 
 
Top News