Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir, wan iro li Albanyaye bi tevahi 522 malen ku bihaye wan nezi 42 milyon ewroyi girt, teslim kirin ü wiha dewam kir, "Pişti erdheje welate ku heri peşin seba alikariye hewara hereme hat Tirkiye bü ü ev ji isbata heri baş a tevkariya xurt a navbera me ye."
Serokatiya İdareya Avahiyen Komi (TOKİ) li Laça bajare Albanyaye avahiyen erdheje çekirin ü Serokomar Erdogan di merasima teslimkirine ya avahiyan da axivi.
Erdogan daxuyand ku 13 meh bere xime avahiyan hat avetin ü ew ji bi giredana zindi va beşdari merasime bü ü wiha dewam kir: "Em iro ji bi tevahi 522 malen ku bihaye wan nezi 42 milyon ewroyi girt, teslim dikin. Bi vebüna avahiyen erdheje va em dostaniya Tirkiye ü Albanyaye peşdatir dixin. Pişti erdheje welate ku heri peşin seba alikariye hewara hereme hat Tirkiye bü ü ev ji isbata heri baş a tevkariya xurt a navbera me ye."
Wezire Hawirdor, Bajarvani ü Guherina Demsalan Murat Kurum, Wezire Karen Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu, Wezire Ciwani ü Werzişe Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezire Parastina Neteweyi Hulusi Akar ü Wezire Çand ü Turizme Mehmet Nuri Ersoy, Seroke Ragihandine ye Serokomariye Fahrettin Altun, Seroke Pişesaziya Parastine ya Serokomariye İsmail Demir ü Berdevke Serokomariye İbrahim Kalin ji beşdari merasime bün. -
|