Omer Seyid Eli ye seroke Tevgera Gorane ya ku li Herema Kurdistana Iraqe (HKI) di hikümeta koalisyone da cih digire, ji bo cara duyemin disa wek lider hat hilbijartin.
Li gor nüçeya KNNya televizyona fermi ya partiye delegeyen partiye li navenda Tevgera Gorane ya bajare Silemaniyeye ye hatin bal hev ü ji bo diyarkirina lidere nü ray avetin.
Di hilbijartina ji çapemeniye ra girti hat kirin da Omer Seyid Eli ji 44 rayan 28en wan hilda ü careke din bü lidere Tevgera Gorane.
Eli 2meh pişti avakare Gorane Noşirwan Mistefaye ku di gulana sala 2017an da wefat kiribü weki yek namzed beşdari hilbijartine bübü ü ji bo seroktiya Tevgera Gorane hatibü hilbijartin.
Eli di sala 1974an da tevli kar ü baren siyasete bü
Omer Seyid Eli di sala 1945an da li bajare Silemaniyeye hat dinyaye ü di sala 1974an da ji ji ber ku tevli kar ü baren siyasete bübü ji hela rejima Baase va hatibü girtin, pişti çend salan bi xera efüya gişti va di sala 1979an da ji girtigehe derket.
Eli di sala 1980yi da wek Endame Konseya Serokatiya Yekitiya Niştimani ya Kurdistane (YNK) hatibü hilbijartin heta sala 2006an ji ev wezife kir.
Eli di nav YNKe da li ali koma "aligiren reforme" dixwazin cih girt ü pişti ku Noşirwan Mistefa Tevgera Gorane damezrand wi ji istifa kir ü di sala 2009an da beşdari Tevgera Gorane bü.
Tevgera Gorane
Ji peşengen reformist en di nav YNKya ku bi sekreteriya gişti ya Celal Talabaniye bere Serokomare Iraqe bü da, cih digirtin yek ji Noşirwan Mistefa bü ü wi di sala 2006an istifa kir ü Tevgera Gorane ava kir.
Goran di hilbijartina ku 25e Tirmeha sala 2009an da li HKIye hat kirin da ji sedi 23,75en ray hilda ü bi derxistina 25 parlementeran va li hereme bü yek ji partiya sereke ya muxalefete.
Tevgera Gorane di hilbijartina sala 2013an da li HKIye çü seri da pişti Partiya Demokrat a Kurdistane (PDK) ku Mesüd Barzani seroke we bü, 24 parlementer derxist ü di meclise da bü partiya duyemin.
Le Tevgera Gorane di hilbijartina İlona sala 2018an hat kirin da piraniya rayen xwe yen beri hilneda ü bi 12 parlementeran va di meclise da bü partiya seyemin. -
|