Seroke navdar e Afrikaye Nelson Mandelaye ku li cihane wek "seroke mizakereye" te nasin di salvegera 5emin a mirina xwe de te bibiranin.
Nelson Mandelaye ku li Afrikaya Başür diji rejima Apartheide ya nijadperest tekoşin dida di sala 2011an de nexweş ket ü di 5e çileya peşin a 2013an de mir. Mandela li hember rejima Apartheide ya ku miroven çermspi ji reşikan mezintir dibine heta mirina xwe tekoşin da ü hewl da ku hemü kes di civake da wekhev bijin.
Ndileka Mandelaya neviya wi daxuyani da nüçegihane AAye ü go ku nifşen nü felsefeya Mandela baş nizan in: "
"Di ve meseleye da şiken me hebün. Nifşen nü felsefeya Mandela baş nizan in. Me ji ji ber ve ku ev felsefe baş were fehmkirin bi nave 'serokatiya weki Mandela' li gelek ciyan konferans li dar xist in. Dibe ku me trajediyen mezin ditibin, yan ji em hers bibin le em hemü mecburin bihevra bijin."
"Tişten ku bi sere me hatibün iro ji bi sere Filistiniyan ten"
Revebere Weqfa Mandelaye Dr. Liaqat Azame got ku Mandela her dem piştgiri dida tekoşina Filistine ji ü wiha axivi:
"Li ve dere di dema rejima Apartheide ya nijadperest de diji mafen mirovi gelek ixlal çebün. Ev ixlal iro bi şiqleke din li Filistine dewam dike. Tişten ku bi sere me hatibün iro ji bi sere Filistiniyan ten. Ji ber ve Mandela her dem piştgiri dida tekoşina Filistiniyan ya bona serxwebüne." -
|