Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 29/03/2024 01:33 
News  > 

Serokan bangewazî kir ku li Lîbyayê pevçûn bên bidawîkirin û ambargoya çekan bê cîbicîkirin

20.01.2020 09:41

Serokên ku beşdarî Konferansa Lîbyayê li Berlînê bûn, bangewazî kirin ku li seranserê welêt hemû fealiyetên eskerî bên bidawîkirin û ambargoya çekan bê cîbicîkirin.

Danezana Konferansa li Berlina paytexta Almanyaye ya ku bi mebesta destpekirina agirbesta mayinde ü pevajoya siyasi li Libyaye, hat lidarxistin, hat belavkirin. Di danezane da bang li aliyan hat kirin ku fealiyeten eskeri ben bidawikirin ü ambargoya çekan a Neteweyen Yekbüyi (NY) be cibicikirin.

Di Danezana Encame ya Konferansa Libyaye da di bin sernaven weki "agirbest", "ambargoya çekan", "vegera pevajoya siyasi", "di ware ewlekariye da reform", "di ware ekonomik ü finansi da reform" ü "hiqüqa insani ya navneteweyi ü rezgirtin li mafen mirovan" da 55 made hatin rezkirin.

Yekperçetiya xake hat balkişandin

Di danezane da herwiha hat balkişandin ku reza wan ji bo serweri, serbixwebün, yekperçetiya xake ü yekitiya neteweyi ya Libyaye heye ü wiha hat gotin, "Bi tene pevajoyeke siyasi ku serkeş ü beşdaren we Libyayi ne, dikare aştiyeke mayinde pek bine ku dawi li pevçünan were."

Bangewaziya bidawikirina hemü fealiyeten eskeri hat kirin

Di danezane da, ji bo bi awayeki mayinde pevçün ben bidawikirin, alozi ji hole ben rakirin ü agirbesteke mayinde be cibicikirin, bang li hemü aliyen tekildar hat kirin ku betir hewil bidin.



Herwiha di deqe danezane da biryaren Konseya Ewlekariya Neteweyen Yekbüyi hatin bibiranin ü hat balkişandin ku dive gaven ewle, pebawer, duali ü li dü hev ben avetin da ku operasyonen asimani ji di nave da hemü dijminti bi şeweyeke berfireh ü mayinde ben rawestandin.

Di danezane de wiha hat gotin, "Em piştevaniya avabüna hikümeteke tek, yekgirti, firehgir ü çalak ku Meclisa Nüneran a Libyaye pesend bike, dikin. Em bangi hemi aliyen li Libyaye dikin bila pevajoya derbasbüne bi aweyeki giştgir ü adilane biqedinin. Em bangawazi li aliyan ü piştevanan dikin, pişti destpekirina agirbeste çalakiyen xwe yen eskeri biqedinin. Em piştevaniya avabüna pergaleke asayişa neweteyi ya Libyayeke yekgirti ya bi idareya sivil, dikin.

Di Danezana Konferansa Libyaye de wiha hat gotin, "Em ji bo avakirina komiteyen tekniki ku çavderi ü teftişa agirtbeste bikin bangawazi li NYe dikin. Pişti Lütkeya Berline di bin himayeya NYe de bi mebesta direjepedana kordinasyone, em Komiteyeke Çavderiya ya Navneteweyi ava dikin." -



 
Latest News





 
 
Top News