Seriledanen ji bo peşbaziya teknolojiye ya ku ew e di çarçoveya TEKNOFESTa Festivala Teknoloji, Feza ü Hewadariye da were lidarxistin hetani 28e sibate dewam dikin.
Kelecaniya TEKNOFESTa festivala heri mezin a 2yan ya dinyaye ya ku Ajansa Andoluye "Şirike Ragihadina Global" e disa dest pe dike.
TEKNOFESTa bi dirüşmeya Hemleya Teknolojiye ya Neteweyi derkete re bi piştgiriya Weqfa Taxima Teknolojiye ya Tirkiyeye, Wezaret Pişesazi ü Teknolojiye, Şaredariya Bajare Mezin a Stenbole, saziyen sereke yen teknolojiye, saziyen dewlete ü zaningehan te lidarxistin.
Hedefa TEKNOFESTe ew e ku di nav civake da bale bikişine ser zanist ü teknolojiye, di qaden zanist ü endezyariye da pisporan perwerde bike. Di TEKNOFESTe da ji bo piştgiriye bidin xebaten li ser teknolojiye yen ciwanan di 19 kategoriyan da peşbazi ten lidarxistin.
Peşbaziyen wesayita difire, wesayita bemirov ü roketan
Peşbazi ji bo xwendekaren dibistana navin, lise ü zaningehan te lidarxistin ü di peşbaziye da kategoriyen weki wesayita difire, wesayita bemirov, roket, sistemen bemirov en bine ave, teyareyen bemirov hene.
Di çarçoveya TEKNOFEST 2019e da ew e di kategoriyen Dizayna Wesayita Difire, Ji Bo Mekanen Hişmend Hackathon, Sistemen Bemirov en Bine Ave, Roketan, İHAyen Şer, Fetih 1453ya Robotik, Hişmendiya Xeyali, Dizayna Kompresoren Radyal en Jet, İHAye, Teyareyen Bemirov, Peyka Model, Efficiency Challenge, Robotexsi, Teknolojiya Ji Bo Feydeya Mirovahiye, Robotik, Dizayna Motoren Turbo Fan, Hackİstanbul, Travel Hackathon, World Drone Cup ü Take Offe da peşbazi werin lidarxistin.
İsal seriledanen ji dervaye welet ji ten qebülkirin
Taximen bi ser bikevin ew e 2 milyon lire xelat bistinin. Seriledan hetane 28e sibate li ser www.teknofestistanbul.orge dewam dikin. Xenci xelata pereti ew e piştgiriya amüran ü şewirmendiye ji bidin taximen peşbaz.
İsal ne bi tene ji Tirkiyeye ji dewleten biyani ji serildanen taximan ten qebülkirin. Par ji 83 welatan veberheneren teknolojiye ü ji 24 welatan ji karkeren komsipi, ji 25 welatan ji peşbazen droneyan beşdari TEKNOFESTe bibün. -
|