Senatoren Ameriki ji Seroke Amerikaye Donald Trump ra nameyek şandin ü gotin bila li gor "Qanüna Magnitsky"e bi awayeki eşkere be gotin ka Mirzaye Weliaht e Erebistana Siüdi Mihemed Bin Selman ji kuştina rojnemavane Siüdi Cemal Kaşikçi berpirsyar e an na.
Seroke Komiteya Karen Derva ye Senatoya Amerikaye Bob Corkere Komarparez ü Bob Menendeze Demokrat e endame komiteye der bare Kaşikçi da nameyek ji Trump ra şand.
Senatoran behsa nameya ewil a ku di 10e Cotmehe da Komiteye ji Trump ra şandibü ji kirin ü gotin dive revebiriya Trump bi eşkere bibeje Bin Selman ji kuştina Kaşikçi berpirsyar e an na.
Di nameye da hat gotin ji 10e Cotmehe pe va ew bende ne ku di nav 120 rojan da revebiriya Trump biryara xwe ji Seroke Komiteya Karen Derva ye Senatoye ra bibeje.
Ji Graham gotinen tüj
Ji hela din Senatore Carolinaya Başür Lindsey Graham e ku di nav Komarparezan da naveki giring e li ser hesabe xwe ye Twittere der bare kuştina Cemal Kaşikçi da daxuyaniyek da ü rasterast Bin Selman sücdar kir.
Graham got dema ji ber ve kuştina hovane endamen malbata qraliyeta Siüdi ji di nav da li hember Erebistana Siüdi mueyide ben rojeve di kongreye da herdu parti ji we bi awayeki xurt piştgiriye bidin van mueyideyan.
Graham ani ziman her çiqas Erebistana Siüdi şirike wan e stratejik be ji tevgera Mirzaye Weliaht ji gelek aliyan va li hember tekiliyen wan nebaş e, berez e.
Nameya ewil di 10e Cotmehe da hatibü şandin
Komiteye di nameya xwe ya ewil da ji Trump xwestibü bila büyera rojnamegere Siüdi Cemal Kaşikçi di çarçoveya "Qanüna Magnitsye" da be lekolinkirin ü di encame da heke derkeve hole eleqeya Erebistana Siüdi bi büyera Kaşikçi ra heye bila li diji we mueyideyen xurt ü berfireh ben kirin.
Di nameye da hatibü gotin aqübeta Kaşikçi bila di çarçoveya "Qanüna Berpirsyariya Mafen Mirovan a Magnitsky ya Kurewi" da be lekolinkirin.
Endamen meclise bangi Trump kiribün ü gotibün heke di encama lekoline da derkeve hole ku eleqeya Erebistana Siüdi bi büyera Kaşikçi ra heye bila li diji Erebistana Siüdi mueyideyen mezin ben kirin. -
|