Lindsey Grahame Senatore Komarparez e Amerikayi got Erebistana Siüdi dibeje ku Cemal Kaşikçiye rojnamevan li serkonsolosxaneya Stenbole ketiye niqaşe ü hatiye kuştin lebele ew ji ve dikeve şike ü wiha axivi: "Zor e ku meriv bi ve daxuyaniya dawin bawer bike."
Pişti ku Erebistana Siüdi kuştina Kaşikçi qebül kir Graham li ser hesabe xwe ye Twittere daxuyani da.
Graham got şika wi ew e ku Erebistana Siüdi bi daxuyaniya dawin va hewl dide rewşe piçük nişan bide ü di peyama xwe da wiha pe da çü: "Peşiye gotin Kaşikçi ji konsolosxaneye derketiye ü ji bo rola di büyere da ya Erebistana Siüdi veşerin ev hat gotin. Nika ji dibejin rageşi derketiye ü beyi haya Mirzeye Weliehd (Mihemed bn Selman) li konsolosxaneye hatiye kuştin. Zor e ku meriv bi ve daxuyaniya dawin bawer bike."
Erebistana Siüdi itiraf kiribü ku Cemal Kaşikçiye rojnamevan e ku di 2ye cotmehe da ketibü Serkonsolosxaneya Stenbole xeber je nehatibü hildan "di rageşiya ku li konsolosxaneye derket da miriye".
Li gor xebera SPAya ajansa nüçeyan a fermi ya Erebistana Siüdi, di encama lepirsina Serdozgeriya Erebistana Siüdi dimeşine da hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçi hatiye Serkonsolosxaneya Stenbole li ve dere "bi welatiyen Erebistana Siüdi yen li konsolosxaneye ra ketiye niqaşan, rageşi derketiye ü Kaşikçi miriye". -
|