Cenazeyen Siraç (26), Omer (25) ü Abit Yildiz (22), Ahmet Ay (23), ji her 7 şehiden ku di erişa li Qulpa navçeya Diyarbekire de şehid ketibün bi merasimeke hatin definkirin.
Cenazeyen şehidan ku alaya Tirkiyeye li wan peçayi bü di nava ambülanse de bi konvoyeke anin Mizgefta Navend ya Qulpe ü merasima cenazeye hat lidarxistin.
Wezire Kare Navxweyi Suleyman Soylu, Cigire Seroke Gişti ye AK Partiye Erkan Kandemir, Waliye Diyarbekire Hasan Basri Guzeloglu, nüneren dezgehan ü en saziyen civaka sivil digel xizmen şehidan beşdari merasima cenazeye bün.
Wezir Soylu di merasima cenazeye de gotarek peşkeş kir ü sersaxiyen Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji gihandin malbatan.
Miftiye Diyarbekire Yavuz Selim Karabay nimeja cenazeye da kirin ü bi selawat ü tekbiran li wesayita cenazeyan hatin siwarkirin.
Wezir Soylu maweyeke tabüta Omer Yildiz li ser mile xwe hilgirt, dema guhastina cenazeyan de welatiyan druşmen weke "Şehid namirin, welat de perçe nebe" ü "Bixehime PKK" xwendin.
Cenazeyen Omer, Abit ü Siraç Yildiz pişti merasime li gunde Koçkara navçeya Qulpe, ye Ahmet Ay ji li gunde Tuzlaye hat definkirin.
Ji aliyeki din ve di dawiya merasime de komeke hunermand ku di nava wan de Hulya Koçiyigit, Muazzez Ersoy, Gulben Ergen, Yavuz Bingol ü Hasan Kaçan hebün, bi malbaten qurbaniyan re axivin ü serdaxi li wan kirin.
Li dorbera Qulpe derdora saet 18.00an da wexta wesaita ku welatiyen ji bona komkirina daran çübün te da bün derbas dibü teroristen PKKyi bi teqemeniya bi destan hatiye çekirin eriş kirin ü ji ber erişe 7 kes şehid ketin ü 10 kes birindar bün. -
|