Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 23/04/2024 16:12 
News  > 

Şehîdên Qulpê li pey xwe dilşewatî hîştin

19.09.2019 11:05

Di 12ê îlonê da terorîstên PKKyî li texma Axaçkorura gundê Qulpê bi teqemeniya destan çêkiribûn va êrîş kiribûn û Îhsan Çelîkbîlekê 43 salî, Mehmet Bozyelê 17 salî, Ahmet Ayê 23 salî, Sînan Dîgerê 45 salî, Abît Yildizê 22 salî, Omer Yildizê 15 salî û Sîraç Yildizê 26 salî di êrîşê da şehîd bibûn.

7 kesen di erişa teroristen PKKyi li Qulpa navçeya Diyarbekire birin ser sivilan da hatin şehidkirin li pey xwe çiroken dil şewat hiştin.

Di 12e ilone da teroristen PKKyi li texma Axaçkorura gunde Qulpe bi teqemeniya destan çekiribün va eriş kiribün ü İhsan Çelikbileke 43 sali, Mehmet Bozyele 17 sali, Ahmet Aye 23 sali, Sinan Digere 45 sali, Abit Yildize 22 sali, Omer Yildize 15 sali ü Siraç Yildize 26 sali di erişe da şehid bibün. Malbaten wan pişti wan hesren çavan dibarinin.

Ji bo karkeren dema ji bo nane xwe dar kom dikirin di erişe da hatin kuştin li Taxa Koçkare ziyareten serxweşiye dewam dikin.

Pişti erişa ku 13 zarok etim hiştin eşeke mezin, birineke kür ü hesren çavan ma.

Hineken wan dixwestin bi qezenca xwe va ji xwe ra dikane vekin, hinekan ji bo mesrefa xwe ya xwendingehan derxin, hinekan dixwestin bibin poles a esker ji welate xwe ra xizmete bikin, hinekan ji hewl didan bizewicin.

"Omer 15 sali bü ü dixwest bibe poles"

Omere 15 sali Abite keke wi 7 sal bere diya xwe 5 sal bere ji bave xwe xistibün merzel.

Ji 13 etimen ji bo jiyana xwe bidominin tekoşin didan 2 hed bün qurbane terore.

Mehmet Salim Yildize keke wan ji ber ku 2 birayen xwe binax kirin geleki li ber xwe dikeve.

Yildiz daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku birayen wi ji bo nane xwe bi dest bixin ü mesrefa xwe ya xwendingehe derxin dixebitin.

Yildiz destnişan kir ku Abite biraye wi dixwest ku bibe esker ü ji welate xwe ra xizmete bike ü wiha pe da çü: "Omer 15 sali bü. Diçü pola 8an ü ji bo mesrefa xwe dixebiti. Dixwest bibe poles. Omer ü Abit ji bo komkirina findiqan çübün Behra Reş. Wegeriyan gun ü 2 roj şün da şehid ketin."

Yildiz got Abite biraye wi dixwest ku bizewice ji xwe male şen bike ü ji bo ve ji pere kom dikir.

Yildiz diyar kir ku roja erişe dane nivro li birayen xwe geriya ü wiha axivi: "Ji min ra gotin 'Em daran kom dikin'. Omer xwendekar bü. Digot ew e qasi hefteyeke bixebite paşe here xwendingeha xwe. Xeyala Omer ew bü ku bibe poles ü li diji teroristan tekoşine bide. Eleqeya van bi Kurdbüne tune. Ev dijmine İslame ne. Armanca van ew e ku bira bere bira bidin. Kesen ku ev qetliama kirin insan ninin."

"Dema bixebitin dikujin, dema nexebitin ji birçina dikujin"

Niman Yilmaze dema li Çuxurcaya navçeya Hekariye eskeriya dikir haya wi pe ket ku Omer ü Abite birayen wi şehid ketine ji destür sitand ü hat memlekete xwe.

"Gava ez pe hisiyam dinya bi ser min da hilweşiya. Ma em e nane xwe qazanc nekin? Gava em dixebitin dikujin, em nexebitin ji ji birçibüne dikujin. Ma ev li pey çi ne? de ü bave me tune ku xwedi li me derkevin. Lewma ji em dixebitin ji bo debar ü derbasiya xwe."

Yildiz bal kişand ku Xwede belaya xwe bide kesen kiryar ü wiha dewam kir, "Navbera me ü Omer geleki baş bü, roje 3-4 caran digeriya. Ciye wi cuda bü ü ciye keke min Abit ji cuda bü. Em doste hev bün me her roj xeber dida. Niha li dü wan, mertebeya şehidiye ma. Xwede heqe wan li erde nehele. Fermandaren me Xwede ji wan razi be, alikariya me kirin. İzin dan min ü ez wisa hatin, ez e disa biçim eskeriye. Ez e pişti eskeriye disa bi yewmiye bixebitim. Daxwaza min ji dewlete ew e ku koka van biqeline."

"Dixwest ji xwe ra dikaneki veke"

Siraç Yildize ku di erişe da şehid ket ji li pey xwe jineke ku şev ü roj digiri ü yek je 9 mehi ye din 2,5 sali du zarok hiştin.

Biraye wi Metin Yildiz diyar kir ku ew geleki xemgin in ku biraye wan di erişeke wiha xain da hat kuştin.

Yildiz wiha got, "Ji bo nane xwe dixebiti, le nehiştin. Ji bo zaroken xwe dixebiti. Dixwest ji xwe ra dikaneke veke. Ka ji me çi dixwazin? Xwede heqe wi ji wan ra nehele."

Metin Yildiz destnişan kir ku deyne biraye wi hebü ü wiha dewam kir:

"Ji min ra got ku qet tu naye mala me. Gotibü ku ew e 15e mehe deyne xwe bide. Le beri 15e mehe şehid bü. Biraye min her tişte me bü. Çi derde wi hebüya ji min ra digot. Ji ber tunebüna male dine, nikaribü ji xwe ra dikana ku zehf diwest, veke. Em ji bo nane xwe dixebitin. Ez Kurd im. Em heger nexebitin em e birçi biminin. Em Misilman in. Wan ji imane nebise xwe nesitandine." -



 
Latest News





 
 
Top News