Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 22:10 
News  > 

Şaredariya Mêrdînê Xwendekaran Ji Kontrola Tenduristiyê Derbas Dike

23.03.2018 16:58

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da, xwendekarên li gundan ew ê ji kontrola tenduristiyê werin derbaskirin.

Di çarçoveya xebata ku Şaredariya Bajare Mezin a Merdine ya bi deste Wezareta Karen Navxweyi le wezifedari hat kirin dimeşine da, xwendekaren li gundan ew e ji kontrola tenduristiye werin derbaskirin.



Şaredariya Bajare Mezin a Merdine ji bo zarok bi tenduristi mezin bibin hin xebatan dike. Serokatiya Daireya Xizmeten Tenduristiye di ve çarçoveye da ew e kemzede 6 hezar xwendekaren li Mazidax, Derik, Kerboran, Qiziltepe, Artüklü ü Stewra navçeyen Merdine dijin ji kontrola tenduristiye derbas bike.



Weki mayin pispor ü diyetisyen ji ew e perwerdeya xwedikirin ü hijyene bidin xwendekaran, karten xune ü hin diyariyan bidin wan.



Wali Mustafa Yamane Wekile Şaredare Bajare Mezin diyar kir ku ji bo nifşeke saxlem dixebitin.



Yaman got ku li bajer weki şaredariyeke xwedinerina giringiye dide ciwan, astengdar ü xwendekaran dixebitin ü wiha pe da çü:



"Dema ku xwendingeh vebün me alikariya amüren kirtasiyeye da bi hezaran xwendekari. Me xizmeta şiqitandina ser büze da xwendekaren xwe. Ji bo nifşeke saxlem em ji bo xwendekaren xwe yen li hemü navçeyan dixebitin. Em e kemzede 6 hezar xwendekaren li Mazidax, Derik, Kerboran, Qiziltepe, Artüklü ü Stewra navçeyen Merdine dijin ji kontrola tenduristiye derbas bikin. Şahiya xwendekaran şahiya me hemüyan e."



Yaman got ku ji Derike dest bi kontrola tenduristiye kirin, li navçeye kemzede 650 xwendekar hatin kontrolkirin ü agahdarkirin.



Yaman diyar kir ku pişti kontrole, karten cureya xune li xwendekaran belav kirin ü taxima paqijkirina diranan ü hin diyariyen din dan xwendekaran. -



 
Latest News





 
 
Top News