Li Ramallaha bajare Şerieya Rojava ya dagirkiri eskeren İsraile di çalakiyen diji yekeyen wargehen Cihüyan da bi fişengen rasti welatiyen Filistine xistin hedef ü kameramane AAye dimenen wan kişand.
Welatiyen Filistine yen xwestin yekeyen wargehen Cihüyan en İsrail bi reyen dereqanüni ava dike protesto bikin li Kefr Malika bajaroja Ramallahe çalaki li dar xistin.
Hezen İsraile ji bo belavkirina çalakvanan xaza rondikrej fişengen virek ü fişengen rasti bi kar anin. Çalakvanan bi kevkaniyan bersiv dan midaxeleye.
Hişam Ebu Şakraye kameramane AAye di heman çalakiye da dimenen eskeren İsraile yen dema gule beri welatiyen Filistine didan şa dibün kişand.
Di dimenan da eskereki İsraile bi fişengen rasti va çalakvanen welatiye Filistine birindar dike ü 6 eskeren İsraile ye li çepikan dixin, bi hev ra henekan dikin ü dikenin.
Di heman dimenan da Filistiniye ku gule beri linge wi dan ü ew ji ali çalakvanen din va bi ambulanse sewqi nexweşxaneye te kirin, xuya dike.
Ci ü waren dereqanüni yen Cihüyan ü Diware Veqetandine
Li Şerieya Rojavaya ku İsraile di sala 1967an da dagir kir ji 250yi zedetir ci ü waren Cihüyan en dereqanüni hene. Li van deran ji 400 hezari zedetir Cihü dijin ü ev yek ji ji bo jiyana rojane ya Filistiniyen li Şerieya Rojavaya dagirkiri ne zor ü zehmet e lewra pirsgirekan zede dike.
Li gor hiqüqa navneteweyi hemü ci ü waren ku Cihüyan li ser axa dagiri ava kirine, dereqanüni ten hesibandin.
Reveberiya İsraile di sala 2002an da ji ber Serhildana Aksaye (Serhildana 2yemin) ya ku di sala 2000i da li Filistine rü da bi hinceta "ewlehiye" di navbera Şerieya Rojava ü İsraile da Diware Veqetandine çekiribü.
Ji ber Diware Veqetandine nezi 3 milyon Filistiniyen ku li Şerieya Rojava dijin nikarin derbasi Qudsa Rojhilat ü İsraile bibin.
Ji ber Diware Veqetandine ü ci ü waren dereqanüni yen Cihüyan her hefte roja ine çalakiyen protestoye ten kirin. Eskeren İsraile ji bi guleyen heqiqi, yen plastik, xaza rondikrej ü ava fişari va mudaxele dikin. -
|