Gola Çildire ku dikeve nav sinoren Erdexan-Qerse ü rüye we qerisi ye, di van rojen dawin da bi germbüna hewaye ra dihele.
Ji ber ku her zivistan rüye gole diqerise, li ser gole bi usüla Eskimoyan masi ten girtin ü bi xizeken hespan li ser digerin. Le ji ber ku hewa isal germ e, cemeda rüye gole dihele.
Qaymeqame Çildire Alper Taş, daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir, di rojen dawin da ji ber ku germa hewaye li gor demsale zede ye, rüye qeşakişandi ye Gola Çildire vedihele.
Taş hişyari da ku welati dernekevin ser cemede ü wiha dewam kir, "Taybeti 2 roj in hewa germ e ü rüye gole hineki veheliyaye. Em ji wek tevdir dixwazin ku kes dernekeve ser cemede. Heke çend roj şünda berfa ku te payin bibare ü serma çebibe, em li bende ne ku rüye gole cardin bişide."
Turhan Kiliçe ku li ser gole masiyan digire ji diyar kir, wan ji bo girtina masiyan tor avet nava ave ü wiha dewam kir, "Pişti vi qasi berhevkirina van toran we zehmet bibe. Ji ber ku cemed vedihele, em nikarin herin cem toran. Taybeti nava gole pir veheliyaye. Heke gol çend roj şünda cardin qeşa nekişin, bi hezaran lireyi zirar me we çebibe. Lewra toren ku me avetine, em e nikaribin derxin. Germ ji nişka va çebü, em metel man." -
|