Serokomare İrane Hesen Rühani, Donald Trumpe di hilbijartina serokatiya welate xwe da tek çü ü wek berpirse navtedana serdagirtina Kongreye ya di 6e rebendane da qewimi te sücdarkirin wek "teroriste diroki" binav kir ü got: "Wan xwest di nav 3 mehan da İrane bikewşinin le ew bi xwe kewişin."
Li gor televizyona dewlete ya İrane Serokomar Ruhani li paytext Tehrane pişti civina Lijneya Weziran axivi ü bal kişand ser mijaren di rojeve da ci digirin.
Di axaftina xwe da Ruhani bal kişand ser Seroke Amerikaye Trump ü ekiba wi ya ku seransere wezifeya xwe li diji İrane tevdigeriyan ü wiha pe da çü: "Politikaya zexta zede ya Amerikaye ü terora we ya aboriya bi tekçüna awayek teqez va bi dawi bü. Ew kesen ve politikaye amade kiribün bi tene tek neçün di heman deme da jiyana wan a siyasi ji bi dawi bü."
Ruhani di axaftina xwe da got ku heyama serokatiya Trump awayek "rüreşkiri" bi dawi bü ü wiha domand: "Seroke Amerikaye ye ji nerina siyasi mehrüm, Wezireki Karen Derva (Mike Pompeo) ye beaqil ü Şewirmendeki Ewlehiya Neteweyi ye aligire tundrawiye ü nezan hilda cem xwe ü bi fikr ü ramana xwe ya tacir ü xumarbaziye va xwest karan bireva bibe ü me hemüyan ji dit ku dawi çawa bü. Ev nişan dide ku li rüye dinye nijadperesti, zordesti ü binpekirina qanünan awayek baş naçe seri."
Serokomare İrane Ruhani bal kişand ser tevgeren reveberiya Amerikaye yen li diji İrane ü got: "Milete me ye xwedi sebr li diji van teroristan li ber xwe da. Wan xwest di nav 3 mehan da İrane bikewşinin le ew bi xwe kewişin." -
|