Li Kabula paytexte Efxanistane ji 23 roketen avetin yek li Balyozxaneya İrane ya Kabule ket ü di avahiye da zirar çebü.
Di daxuyaniya Balyozxaneya İrane ya Kabule da hat diyarkirin ku roketek ber deste sibe hat avetin li hewşa avahiya balyozxaneye ket ü zirar da.
Di daxuyaniye da hat destnişankirin ku tiştek bi xebatkaren balyozxaneye nehat, camen avahiye şikestin ü binesaziye zirar dit.
Tariq Aryane Berdevke Wezareta Karen Navxweyi ya Efxanistane diyar kiribü ku li Kabule di erişen ber deste sibe birin wargehen bajer da 23 topen hewane isabet kirin, 8 kes hatin kuştin ü 31 kes ji birindar bün.
Hetani ve gave kesi berpirsyariya erişe hilneda ser xwe, Zabihullah Micahide Berdevke Talibane diyar kir ku eriş bi deste wan nehatiye kirin. -
|