Li Sulusaraya navçeya Tokate bi mezinahiya 5,6an erdhej çebü.
Li gor agahiyen li ser malpera Serokatiya Birevebiriya Rewşa Acil ü Bobelate (AFAD) di saet 18.11an da navend navçeya Sulusaraye bi mezinahiya 5,6an erdhej çebü.
Hat tesbitkirin ku erdhej 5,99 kilometro di bin erde a çebüye.
Erdhej li bajaren hawirdor ji hat hiskirin.
AFADe ragihand ku geşedanen der bare erdheje da dişopinin.
Waliye Tokate Numan Hatipoglu daxuyaniyek da nüçegihane AAye ü got ku ekib li sehaye ne.
Hatipoglu got ku li gor agahiyen ewil miri tunin ü ev teseliya wan a heri mezin e ü got ku "Ji welatiyen me ra derbasi be. Wek dewlet em di çarçoveya telimaten Wezire me ye Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ji bo hewcehiya ewirin ü iaşeye yen hemü welatiyn xwe hemü tevdiren hewce hildidin. Bila ji bo hemü hembajariyen me ü gele me derbasi be."
Li navenda navçeya Sulusaraye minareya mizgefteki xisar dit.
Ji ber erdheje li du mizgeft ü hin malen li gunde Malum Seyit Tekkeye ya li ser navçeye xisar çebü. Beşa kulahe ya minareyeki xira bü.
Li navçeya Artovaye ji welati ji ber erdheje derketin kolanan. Hin welati giriyan ü hin welati ji bi ser xwe va çün.
Qaymeqame Artovaye Erkan Atam ü Şaredar Ali Guner ji hewl dan ku welatiyan aram bikin.
Li navçeya Zileye ji ji ber erdheje di hin avahiyen metrük da xisar çebü.
Ekiben şaredariye ji bo ku avahiyen xisarditi nebin sedema xetereye xebat dan destpekirin.
Ji hela din va hat diyarkirin ku ji Midüriya Bajer a AFADe ya Samsune 3 wesayit ü 20 xebatkar ü seye legerin ü xilaskirine jib o Tokate hatin peywirdarkirin. -
|