Li Şarkişlaya navçeya Sewase tirimbelek welgeriya ü di qezaye bav ü 2 kuren wi mirin, je 2 zarok bi tevahi 5 kes ji birindar bün.
Li gor agahiyen ku hatin hildan, tirimbela ku pileqeya we 16 BLA 93 e ü Fatih Umuç (23) diajot li ser reya Pinarbaşiye nezi navçeya Şarkişlaye ji re derket ü welgeriya çem.
Di qezaye da Hakan (35) ü kure wi Yunus Emre Umuç (1) li ciye büyere mirin.
Ji zaroken birindar Yusuf Kenan Umuç ji li Nexweşxaneya Lekolin ü Xizmeten Tenduristiye ya Zaningeha Cumhuriyete mir.
Di qezaye da Hicran (33), Sibel Erva Dalga (3) ü Aysun (32), Yavuz Selim (9) ü Fatih Umuç (23) ji birindar bün. Birindar ewil rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şarkişlaye ü piştra sewqi nexweşxaneyen bajer yen din.
Hat ragihandin ku rewşa Aysun ü kure we Yavuz Selim Umuç ji giran e.
Li gor agahiyan malbat ji Hataye bi re ket ü dixwest biçe Qerse. -
|