Li Qers, Erdexan ü Agiriye ji ber sir ü sermaye welatiyan zehmeti kişand.
Li Erdexane berfa ku duh dest pe kiribü şev bü sedema sir ü sermaye.
Li bajer germahiya hewaye daket bine sifire, re ü peyareyan qeşa girt.
Ji bo ku wesayiten xwe ji sir ü qeşaye biparezin welatiyan betani ü xaliçe avetin ser wesayiten xwe.
Şembelüken di bane xaniyan da çebün ji ji hela timen şaredariye va ten paqijkirin.
Qers
Li Qerse ji ber berf ü sermaye paceyen wesayitan qeşa girt.
Welatiyan betani ü xaliçe avetin ser wesayiten xwe ku ji sermaye biparezin.
Li navçeya Sariqamişe di bane xaniyan da şembelük çebün, Çeme Acisuye qerisi.
Li Navenda Xweşiqitandine ya Cibiltepeye ji qalindahiya berfe gihişt 20 santeme.
Heywanen kovi li daristane ji bo xwarine derketin neçire.
Timen Midüriya Hereme ya 18emin a Bejahiye li bajer berfe paqij dike.
Agiri
Li Agiriye ji berfa ku şev dest pe kiribü sere sibe bü sedema sir ü sermaye.
Ji ber sermaye re ü dirban qeşa girt, mij ü düman çebü.
Ji ber qeşa ü mije şoferen li bajer ü yen li ser rebejayen bajaren der dü dore bi zehmeti wesayiten xwe ajotin.
Erzirom
Li Erzirome ji ber berfa ku duh bari kuçe ü kolanan qeşa girt, timen şaredariye berf ü qeşaye paqij kirin.
Li bajer di bane xaniyan da şembelük çebün, paceyen wesayitan qeşa girt.
Wesayitek bi tevahi qeşa girt ku dimeneke balkeş derkete hole.
Ji ber sermaye şadirwan, hewz ü kaniyan qeşa girt. -
|