Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 23:26 
News  > 

ROJANEKIRIN - Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 7 sivîl di êrîşên Rûsyayê da hatin kuştin

20.01.2020 16:56

HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARAN HAT ROJANEKIRIN, HURGILÎ LI SER HAT ZÊDEKIRIN.

Li Süriyeye di erişen esmani yen balafiren şer en Rüsyaye yen li Herema Kemkirina Rageşiye ya li İdlibe da 7 sivil hatin kuştin, 15 sivil ji birindar bün.



Li gor agahiya mala çavderiye ya balafiran a muxalifan, balafiren şer en Rüsyaye sere sibe erişi gunden Kemari, Şamiko, Bewabiyye, Kefer Teal, Kefer Cum ü Cine yen li rojhilate Helebe kirin.

Di daxuyaniya Parastina Sivilan a İdlibe (Kumspi) da hat gotin li gunde Kefer Teale 3, li gunde Kefer Cume 2 ü li gunde Cine ji 2 tevahi 7 sivil hatin kuştin ü 15 sivil ji birindar bün.

Ji ber erişen arteşa Esed, Rüsya ü komen terorist en biyani yen İran piştgiriye dide, sivilen li Herema Kemkirina Rageşiye ya li İdlibe diminin koçi ber sinore Tirkiyeye dikin.

27 hezar sivilen ji rojavaye Helebe ü cihen başür reviyabün çübün herema Mertale Ferate, herema Hareketa Çiqle Zeytüne ü kampen li ser sinor.



Guh nedan peymanen Astana ü Soçiye

Bajare İdlibe ya ku dikeve bakure rojavaye Süriyeye, ji destpeka şere navxweyi pe va weke keleha mixalifan ü komen çekdar en diji rejime ne ye. Bi koça navxweyi va nifüse İdlibe derketiye 4 milyoni. Navenda bajer di adara 2015an da ketibü deste mixalifan. İdlib di nav bajaren ku heri zede dibin hedefa rejime da ye.



Tirkiye, Rüsya ü İrane di 4-5e gulana 2017an da di civina Astanaye da İdlib, ü hin hemeren bajaren Lazqiye, Hema ü Helebe, bakure Humse, Xuteya Rojhilat a li Şame, bajaren Dera ü Quneytraye di seri da 4 herem wek "Herema Kemkekirina Rageşiye" ilan kiribün.



Le rejime ü teroristen İran piştgiriye dide wan ji van 4 hereman ji bili İdlibe heremen din bi piştgiriya Rüsyaye va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivilen ji erişan reviyan xwe sipartin sinoren Tirkiyeye.



Di navbera Tirkiye ü Rüsyaye da di 17e ilona 2018an da peymanek hatibü imzekirin. Ji we deme vir va ji eriş dewam dikin. Di erişan da heta niha ji hezar ü 600i zedetir sivil hatin kuştin. Ji cihen ku eriş le zede ne di nav 2019an da ji milyonek ü 300 hezari zedetir sivilan koçi xeta sinore Süriye ü Tirkiyeye kir. -



 
Latest News





 
 
Top News