Li Majeneya bajare Sulawesiya Rojava ya eyaleta Endonezyaye erd bi lerza 6,2ye hejiya, 35 kes mirin.
Di daxuyaniya Ajansa Reveberiya Afate ya Neteweyi da hat diyarkirin ku li Majeneye di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2ye hejiya.
Li gor xebera malpera Kumparane, Darno Majide Seroke Ajansa Afate ya Sulawesiye diyar kir ku li Majeneye di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2ye hejiya, hetani nika tesbit kirin ku 35 kes di erdheje da mirin.
Majid destnişan kir ku di erdheje da 10 xani tep bün, kemzede 100 xaniyan ji zirar dit.
Di erdheje da hetani niha 837 kes birindar bün ü ji 15 hezari zedetir kes texliyeyi heremen ewledar kirin, ekib li hereme xebaten legerin ü xilaskirine didominin.
Walitiya Sulawesiya Rojava diyar kiribü ku di nexweşxaneyeke da xisar çebü, di ceyran ü xeta ragihandine da kemasi çedibin.
Rayedaren Saziya Meteoroloji, Avühewa ü Jeofizike ji diyar kirin ku hetani nika 26 erdhejen piçük çebün, ji ber xetereya tepbüna avahiyan ji welatiyan xwestin ku bira ji avahiyen bilind dür bisekinin. -
|