Rewşa tenduristiye ya hunermend Orhan Gencebay e ku bi stente du damaren dile wi hatin firehkirin baş e.
Nexweşxaneya Şişliye ya Memoriale der bare rewşa tenduristiye ya hunermend Orhan Gencebay da daxuyaniyeke niviski weşand.
Di daxuyaniye da hat gotin Gencebay ji bo kontrola tenduristiye ya her car hatiye nexweşxaneye, le hatiye tespitkirin du damaren dile wi teng büne. Li ser ve damaren wi bi stente hatine firehkirin.
Agahiyen Pispore Kardiyolojiye Doxtor Deniz Şener ji di daxuyaniye da hatin nivisandin ü wiha hat gotin: "Me biryar da ku em nexweşe xwe anjiyo bikin. Prof. Dr. Servet Ozturk anjiyo kir ü dit ku du damaren dile wi teng büne. Bi 3 stentan va ev pirsgirek hat çareserkirin. Rewşa wi ya tenduristiye baş e ü ew niha li odeya serwise da te şopandin. Di demeke heri kin da ewe ji nexweşxaneye be derxistin." -
|