Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 02:39 
News  > 

Rewşa jinên ser sînorê Belarûs û Polonyayê agir bi kezeba meriv dixe

25.11.2021 13:41

Rewşa jinen ku li ser sinore Belarüs ü Polonyaye ne ü dixwazin koçi Ewropaye bikin, agir bi kezeba meriv dixe.

Li Belarüse ser sinore Bruzgiye ye bajare Grodnoye gelek jin ü zarok ji di nav da nezi 2 hezar kes di navenda lojistike da hatine bicihkirin ü koçber bendewar in ku derbasi Yekitiya Ewropaye (YE) bibin.

Li gor rayedaren Belarüse, di nav koçberan da nezi 500 zaroki hene ü heri zede jin tengasiye dikişinin ü dile merivan bi wan dişewite.

Li ser herema sinor ev tengasi dewam dikin ü ji bo meriven ve dere rexistinen navneteweyi heta niha piştgiriyeke pak nekiriye.

Piraniya alikariyan bi deste revebi, arteş ü gele Belarüse te belakirin.

Li gor rayedaren Belarüsi 700 hezar ewroye ku YEye seba koçberan terxan kiriye ji heta niha nehatiye şandin.

Jinen koçber qala derden xwe kirin

Nüçegihane AAye ji jinen ku piraniya wan ji Iraqe hatine, serboriyen wan pirsi.

Geşaw Rostema Silemani diyar kir ku ew bi mere xwe ü 3 zaroken xwe va hat ber sinore Belarüs ü Polonyaye.

Rosteme daxuyand ku rewşa wan ne baş e ü cihe ku ew le diminin hineki sar e, le ji şerten daristane çetir e.

Rosteme got ku xwarin ü vexwarin tera wan nake ü zaroken wan ter naxwin ü xwest ku YE alikariya wan bike.

Rosteme wiha xeberda, "Ez dixwazin ji ve dere herim. Li cem min zaroke hene. 20 roj in me sere xwe neşüştiye. Li cem me kinc ji zede tunene. Di pişta zaroke min da birin hene. Ser sinor bi zarokan ra şer kiribü."

"Li qada sinor zarok xwedikirin zehmet e"

Aysan Nuri ya ji Kerküke diyar kir ku li Iraqe rewşa wan nebaş bü ü tevli mere xwe ü yek je qiz 2 zaroken xwe hatin ü wiha domand: "Li Iraqe hikümet baş nine ü li welatiyan baş meze nake. Heyat zor ü zehmet e. Zaroken min nikarin li dibistane bixwinin lewra dibistana wan baş nine. Ez ne ji bo xwe bo zaroken xwe hatim."

Nuriye ragihand ku pişti zewici 11 sal bi şün va zaroken wan çebün ü wiha domand: "Ez li ve dere nikarim li zarokan meze bikim ü baş xwedi bikim. Xwarin tuneye, nikarim sere wan bişom em hemü qileri büne. Li qada em le diminin zarok bişev dixeniqin sare. Ez wan li ser cil ü bergan dikim xewe. Av ditin zehmete ava germ ji xwe tuneye ü nan ji ter nake. Ji bo ber bi Ewropaye çüyine va heji heviya min heye. Ez venegerim Iraqe ke der dibe bila be eze herim."

Simeyye Rizgar a ji Hewlere hatibü ji diyar kir ku tevli sebiyek ü mere xwe ew sekna xwe didominin ü wiha pe da çü: "Rewşa li Iraqe baş nine. Li we dere heyat tuneye. Em dixwazin biçin Ewropaye. Ez nikarim zaroken xwe ter xwedi bikim. Evder gelek zehmete bo me min edi dev ji xwe berdaye ü bo sebiye xwe difikirim. Evder gelek qelebalixe. Cil tune, paqiji tuneye ü em dixwazin derbasi Almanyaye bibin."

"Em nikarin poten zarokan bişon"

Ziryan a ji Iraqe hatiye ji got ku bi mre xwe ü 2 zaroken xwe ra bi heviya biçin Ewropaye derketin re ü wiha dewam kir: "Ez di vi sir ü seqeme da ewlade xwe li derva dişom le cile wan naşom. Heke zarok birçi bin ji heta xwarin neye wisa diminin. Roje carek nan ü av te ü eywan pir mezine ü gelek zarok hene. Zarok nexweşin ü nikarin bikevin xewe ü em ji nikarin bikevin xewe. Ev jiyaneke bi zor ü zehmete le em mecbur in."

"Tevli sebiya xwe ye falinci ji bo derbasi Ewropaye bibe sekna xwe didomine"

Dilniya ji Silemaniyeye ku tevli qiza xwe ya falinci, mere xwe ü kure xwe hatine ser sinor got ku ew dixwazin derbasi Ewropaye bibin.

Di axaftina xwe da Dilniya destnişan kir ku li Silemaniyeye jiyan zehmete ü bo zaroken xwe tu peşerojek neditin ü ji ber ve ji derketin re ü bere xwe dan Ewropaye ü wiha pe da çü: "Ez ne ji bo mere xwe ü ne ji bo hin kesen din bi tene ji bo herdu ewladen xwe ve zehmetiye dikişinim. Ez dixwazim bila peşerojeke baş bo wan hebe. Qiza min falinciye ü evder je ra baş nine bi zore ez we dibim ser ave."

Ji 8e mijdare vir da li sinore Belarüs-Polonyaye koçberen ji Iraq ü Süriyeye hewl didin derbasi Ewropaye bibin, koçberan li daristane kamp ava kiribün ü li ber sinor disekinin.

Ji wan kesan hinekan kampen li sinor vala kiribün ü derbasi kampa ku hikümeta Belarüse amade kiribü bibün. -



 
Latest News





 
 
Top News