Meng Wanzhouya keça xwediye Huaweiya şirketa teknolojiye ya Çine ü Direktora Karen Mali (CFO) bi hinceta ku tengavkirinen li ser İrane yen Washingtone qul kir, li Kanadaye hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Edalete ya Kanadaye hat dayin, Menga keça Ren Zhengfeiye xwediye Huaweiye ü CFOya şirkete ji ber sücdariya ku tengavkirinen diji İrane yen Amerikaye qul kiriye, di 1e berfanbare da li bajare Vancouvere hat girtin.
Di daxuyaniye da hat gotin ku Meng li ser daxwaza revebiriya Amerikaye hat girtin ü te plankirin ku 7e berfanbare roja ine derkeve mehkemeye.
Heke Menge iadeyi Amerikaye bikin ji we li eyaleta New Yorke di Mehkemeya Herema Rojhilate were darizandin.
Wezareta Edalete ya Amerikaye bi hinceta ku Huaweiya şirketa teknolojiye ya Çine tengavkirinen ser İrane binpe kiriye, di meha nisane da lepirsin dabü destpekirin.
Girtina Menge tesireke neyeni li ser piyaseyan kir. -
|