Mesüd Barzaniye Seroke Herema Kurdistana Iraqe destnişan kir referanduma di 25e ilone da we neye taloqkirin ü got ev heqe me ye tebii ye.
Barzani li Hewlere li Salona Konferanse ya Saad Ebdullah bi nüneren saziyen civaki ü sendikayan ra hat bal hev ü der bare referanduma serxwebüne da axivi.
Mesüd Barzani der bare berteken hin dewletan yen ji bona referandume da wiha got: "Ez ji ber daxuyaniyen hin dewlet ü gelan ku dibejin 'dema referandume nine' diheyirim. Ev süc ü guneh nine! Ev tişteki demokratik ü aştiyane ye. Em heqe xwe ye tebii bi ci tinin. Di rastiye da astengkirina daxwaza geleki süc e."
Barzani diyar kir referandum naye taloqkirin ü wiha xeberda: "Heger alternatifeke ji referandume baştir hebe bila kerem bikim, em e benda 140an (statuya heremen biniqaş yen di destüra bingehin da) bi ci tinin. Heger bibejin em e ji peşmergeyan ra piçek pere bişinin ev nabe. Ev we çend meh dewam bike ü cardin rewşa bere derkeve hole. Her kes baş dizane ku teref ji hev bawer nakin. Em e referandume taloq nekin."
Mesüd Barzani bertek nişani daxuyaniyen ku dibejin referandum ji bo Iraqe gef e ü di destüra bingehin da hikmeki wiha tuneye ü wiha got: "Ji bo yekitiya Iraqe di destüra bingehin da wiha te gotin: 'Heger qanün bi ci werin yekiti çedibe.' Ji bo ev bikeve destüra bingehin me zehf niqaş kir. Niha ji wiha dibejin: 'Di destüra bingehin da bendeke heqe referandume dide tuneye.' Gelo kijan hikm ü benda destüra bingehin destüre dide ku budçeya me be birin?" -
|