Serokwezir Binali Yildirim li Navenda Çand ü Kongreye ya Gel ya Beştepeye di Bernameya Xelaten Xerxwaziye da axivi.
Serokwezir Yildirim di xeberdana xwe da ji bona xizmen welatiyen di qezayen dawin da mirin serxweşi xwest ü wiha got: "Kesen ku nikarin ji malbaten dile wan eşiyaye ra sebr ü serxweşiye bixwazin qet nebe bila huş bin. Bi ve wesileye ji bona welatiyen me yen ku do di qezaya balafire da mirin ü iro ji di qezaya otobese da mirin rehma Xwede dixwazim ü sere xizmen wan sax be."
Yildirim bal kişand ser giringiya Serokatiya Karen Diyanete ü wiha axivi: "Wezifeyeke esli ya Serokatiya Karen Diyanete ew e ku re nede kesen ku der heqe dine me da xelet diaxivin ü hewl didin gel ji baweriye sar bibe. Di heman deme da wezifeya Serokatiya Karen Diyanete ye ku nifşen rihe wan tari nebüye ü çave dile wan nehatine girtin mezin bike ü hewl bide ku dine me İslama piroz baş ü rast be fehmkirin ü ferkirin. Ev ji wezife ü berpirsiyariya Serokatiya Karen Diyanete ye." -
|