4 peşbazen ku di Şampiyonaya Raftinge ya Tirkiyeye ya di gulane da li Tünceliye hatibü lidarxistin da ji bo taxima neteweyi hatibün hilbijartin amadehiyen ji bo Şampiyonaya Raftinge ya Dinyaye ya ku ew e li İtalyaye were lidarxistin benavber didominin.
Di nav van salen dawin da Tünceliye bi organizasyonen li çeme Münzür ü Pulumure yen raftinge va nave xwe gihand hemüye welet.
Di meha gulane da li Tünceliye Şampiyonaya Raftinge ya Tirkiyeye hatibü lidarxistin ü 5 rojan dewam kiribü. Bajer ji kemzede 500 kesi ra malxwediti kiribü. Pişti ku Wezareta Karen Navxweyi Tuncay Sonel weki Wali ü Wekile Şaredare Tünceliye wezifedar kir Sonle piştgirike mezin da raftinge ü her ku çü veberhenana ji bo ve spore zede bü.
Demeke nave geliyen Pulumur ü Münzüre bi terore dihat zanin lebele nika 7 rojen hefteye li van geliyan rafting te kirin ü gelek werzişvan ji çaraliyen welet ten ve dere.
"Bi raftinge bajar li dinyaye hat nasin"
Gulseren Tokaya Endama Lijneya Organizasyone ya Federasyona Şaxen Spore Yen Pek Dikevin daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir k Tünceliye di sala 2008an da dest bi spora raftinge kir ü her ku çü ji di ve spore da peş ket.
Tokaye got ku sala 2018an ji bo spora raftinge bü milat ü wiha axivi: "Di navbera 23-27e gulane da li bajare me Şampiyonaya Raftinge ya Tirkiyeye hatibü lidarxistin. Bi organizasyona serkefti ya di standarden Ewropaye da nave bajare me li dinyaye hat nasin.
Tokaye got ji Wali ü Wekile Şaredare Tünceliye Tuncay Sonel ra ji ber piştgiriya ku dide organizasyonan sipas dike.
-12 kom hene
Ali Ekrem Canpolate antrenore raftinge diyar kir ku 6 meh e li Tünceliye bi taxima raftinge ya qizan ra dixebitin.
Canpolat diyar kir ku xebaten binesaziyen raftine li Tünceliye dewam dikin ü wiha axivi: "Kemzede 12 komen li gor emran dest bi raftinge kirin. Bi koma emre wan di navbera 10-12an da ne ra xebaten me bi serkefti dewam dikin.
Tijda Yelşila ku 5 sal e ji bo taxima neteweyi te hilbijartin ji wiha axivi: "Em di Şampiyonaya Raftinge ya Tirkiyeye ya ku li Tirkiyeye hat lidarxistin da bi ser ketin. Hedefa me ew bü ku peşiye tekevin taxima neteweyi ü Tirkiyeye temsil bikin. Em hatin hilbijartin ji ber ve zehf kefxweş in. Em e li İtalyaye Tirkiyeye temsil bikin. Ev ji bo me rümet e."
Bi Tijdaye ra Deniz Dinler, Gozde Aksoy ü Şara Akbayin ji di taxima neteweyi da ci digrin. -
|