Rafineriya Stare ya li Aliagaya İzmire hat vekirin bi biryara ku di Rojnameya Fermi da derket li Tirkiyeye wek herema endustriya taybet ya ewil hat ilankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Pişesazi ü Teknolojiye da hat destnişankirin Rafineriya Stare ya li İzmir-Aliagaye hat vekirin bi biryara Serokomar weki herema endustriya taybet ya ewil ya Tirkiyeye hat ilankirin.
Wezareta Pişesazi ü Teknolojiye diyar kir veberhenana Socar Turkey Enerji AŞye ku te texminkirin bigiheje 2 milyar dolari beyi ku bikeve ber astengiyen burokratik we pek were.
"Rafineriya Stare we ferqa ticareta derva 1,5 milyar dolar kem bike"
Wezire Pişesazi ü Teknolojiye Mustafa Varank ji di daxuyaniya xwe ya niviski da destnişan kir Rafineriya Stare li Tirkiyeye veberhenana sektora reel ya heri mezin e ku li ser qadeke hatiye avakirin.
Mustafa Varank diyar kir berhemen dizel, sotemeniya jete, nafta, LPG ü petro koka ku we li Rafineriya Stare be hilberin we ferqa di ticareta wan ya derva da salane 1,5 milyar dolar kem bike.
Varank destnişan kir ji bona hilberinen biqimet, derfeten istixdame ü hevsengiya dayin ü sitendine giringiyeke mezin didin veberhenanen petro kimyaye. -
|