Serokwezir Binali Yildirim bi Joseph Muscate Serokwezire Maltaye ra civina çapemeniye ya hevbeş çekir.
Serokwezir Yildirim di mijara endamtiya Tirkiyeye ya ji bo Yekitiya Ewropaye da wiha got: "Maltaye her dem di mijara endamtiya Tirkiyeye ya ji bo Yekitiya Ewropaye da beyi şert ü merc, piştgiri daye, em piroz dikin. Di serokatiya heyame ya Maltaye da em hevi dikin tekiliyen Tirkiye ü Yekitiya Ewropaye bi peş bikevin ü xebaten Peymana Yekitiya Gumruke ya di navbera Yekitiya Ewropaye ü Tirkiyeye da dest pe bikin."
"Çareseri we li Girave ewlehiye çeke"
Yildirim der bare mizakereyen Qibrise da wiha got: "Hevi dikim çareseriya were peydakirin li Girave ewlehiye çeke ü ewlehiya çalak a Tirkiyeye daim bike ü ji bo herdu terefan heqe revebiriya adil ü wekhev bi xwe ra bine."
Serokwezir Binali Yildirim der bare hevditinen ji bo Qibrise da xeberdana xwe da wiha dewam kri: "Tirkiye ya rasti Qibrisa Bakur aliye tirkan di hela çareseriye da gaveke li peş e. Tu car tevgereke ku we re li ber çareseriye bigire navejin. Bi giringi li ser ve meseleye disekinin. Teqez çareseri lazim e, lewra berdela neçareseriye aliye Qibrisa Bakur aliye tirkan dide."
"YE bira feslen der bare edalet, çapemeni ü medyaye da veke"
Yildirim diyar kir hewl didin Tirkiyeye wisa nişan bidin ku li diji azadiya çapemeniye ye ü wiha got: "Ez xwediye van idiayan ra ve teklif dikim, azadiya çapemeniye ji bo Ewropaye zehf giring e, dewleta dad ü hiqüqe zehf giring e. Feslen 23-24an... YE bira feslen der bare edalet, çapemeni ü medyaye veke, çi dibeje bira beje, em ji bersive bidine. Ez ji vir bang dikim, ev bi banga ji derva va nabe. Em teklifeke rast dikin, bira kerem bikin ü van feslan vekin."
"Hewce bike em e bi MHPye ra çalakiyen hevbeş çekin"
Serokwezir Yildirim destnişan kir hewce bike we bi MHPye ra çalakiyen hevbeş çekin ü wiha got: "Em wek AK Parti ü MHP li hev hatin ü me ev guherin ani parlamentoye. Ji ber ve yeke di navbera me ü wan de ji bo heman armance itifaqek heye . MHP ji bo ve guherine dixebite, em ji heman tişti dikin. Eger hin gotinen me eyni bin, ev normal e. Belki hin çalakiyan ji em bi hev re bikin." -
|