Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 10:19 
News  > 

Qeyrana xidayê ya kurewî mezin dibe

25.05.2022 17:11

Îro her çiqas du sedemên sereke yên pirsgirêka qeyrana xurek wek şewba koronayê û şerê Ukrayna Rûsyayê bên nîşandan jî demeke dirêj e talûke hebû.

Mustafa Berk Erdal qeyrana xwarin ü xureke ya di asta kurewi da xwe nişan da ji AA Analize ra nirxand.

***

Şewba virusa koronaye xelas bü, le ji ber şere di navbera Rüsya ü Ukraynaye da li piyasayen finanse ü şaxa bazirganiye da guherin çebün ü bün sedema pirsgireken nü.

Ji ber ku Rüsya di hilberina vejen ü hesine endustriye da xwedi hezeke giring e mueyideyen diji we tesireke neyini li ser piyasaye kir, zexteke enflasyonist derxist hole ü bü rojev. Ji aliye din, di destpeka şer da pirsgireka den ü dexl çebübü ü zede derneketibü peş, le şer her ku çü zede bü pirsgirekeke zede çebü ü di asta kurewi da ihtimala qeyrana xurek derxist hole.

Sedema qeyrana xurek

Li gor istatistiken Wezareta Çandiniye ya Amerikaye di heyama 2021/22yan daji sedi 33ye ixracata genim a dinyaye ji Ukrayna ü Rüsyaye çedibe. Her du welet di ixracata ceh, lazüt ü gulebaxane da ji di navbera ji sedi 12 ü 25an da xwede pareke ne. Ji bili ve di ixracata gubreyen cuda da ji (yen biazot, bipotasyum ü bifosfor) Rüsya di nav se welaten ewil da cih digire.

Di itxalkirina van xureken esli yen di ve qade da Tirkiye heri zede mişteriye Rüsyaye ü paşe ji mişteriye Ukraynaye ye. Xaleke ereni ya ve ew e ku ji ber şer tesireke mezin li ser ixracata Rüsyaye ya ji bo van xurekan çenebü. Le aliye din ji ber ku Ukraynaye tekiliya xwe ya bi Behra Reş va qüt kir ji sedi 90e ixracata genim nikare bike. Bi taybeti welaten Afrikaye ji Ukraynaye genim itxal dikin, ev ji nişan dide ku pirsgirekeke mezin heye. Ji ber van pirsgirekan ji heyama ku şewba koronaye dest pe kir ü vir va, qismeki mezin a bihayen genim yen bi dolare ten firotin di nav se mehan da du qat ü niv zede bü.

İro li rüye dinye her çiqas pirsgireka xureke ya gerdüni bi şewba Kovid-19e ü şer va be giredan ji ev demeke direj e ku di mijara teminkirina xureke da talüke hebü. Li gor rapora xureke ya ku di demeke nez da ji ali NYe hat weşandin da hejmara kesen pewistiya wan bi xwarin ü xureke heye hatibü eşkerekirin ü 193 milyon kes di ve mijare da mexdür in. Ji ber germbüna gerdüni bi taybeti hişkayi zede bü ü ji ber ve ji li Afrikaye di qada xureke da talüke zedetir dibe ü dive ev ji neye jibirkirin.

Di qeyrana xureke da nerina Çin ü Hindistane

Ji ber sedemen cihe di teminkirina xureka sereke ya gerdüni da zehmeti çedibin ü bi taybeti ji reaksiyona parastina hin welaten mezin nişan didin her diçe mijare tevlihev dike. Beri şere Ukrayna ü Rüsyaye dest pe bike derket hole ku Çine di sala 2021e da nive zaden li rüye dinye stok kiriye. Ev yek di sala 2022an da ji dewam dike ü wisa te texminkirin ku we Çin ji nivi zedetire gilgil, birinc ü genim li welate xwe bihele.

Wek ve di demeke nez da Hindistane ji ji ber zedebüna bihayan ü şert ü mercen xerab en hewaye zehmetiyen teminkirine hincet nişan da ü ji bili hin awarteyan ixrackirina genim qedexe kir. Ji destpeka şere Rüsya ü Ukraynaye vir va 23 welatan qedexeya ixrackirina xureke kirin rewace ü ji penc paran pareke gubreye ya te ixrackirin ji di ve heyame da hat qedexekirin.

Berteken herdu welaten ku li rüye dinyaye xwedi nifüsa heri zede ne dema be mezekirin te ditin ev ji ber şewb ü şer nine. Lewra Çina ku li rüye dinye welate nifüs heri zede ye ev demeke direj e ve yeke wek politikeyeke fermi disepine. Seroke Dewleta Çine Şi Cinping di her fersende da ve yeke bilev dike ü dibeje "Gele Çine dive kasika birince xwe di deste xwe da bigire ü zexte bike." Disa Çin ji bo di qada xureke da pirsgirek çenebe li welaten Afrikaye zeviyan dikire ü kire dike ü di ve mijare da ji ji welaten sereke ye.

Ji sedemen giring en ve politikaya makro yek ji ew e ku daxwaz ü xerckirina zede dibe. Bere Çin weki navenda hilberine ya teqlide dihat naskirin, le şoreşa teknolijiye ya ku Çine kir va di demen dawin da li Çine dahata neteweyi ya sere merive geleki zede bü. Bi taybeti ji nive salen 2000i pe va li Çine pevajoyeke dest pe kir ü Çine dahata neteweyi ya sere merive ji 2 hezar dolari derxist 10 hezar dolari. Leza peşketina welet ü zedebüna refaha we ji li welet bü sedema guhertina xerckirine ü hecma xerckirine ji. Ji penc paren nifüsa dinyaye parek nifüsa Çine ye. Ji ber ve qerebalixiya vi welati daxwaz ü xerckirin ji pir zede ye ü encamen we yen kurewi ji rü didin.

Dema ku dinya xweş dibe, te gotin ku edi qimeta sinoren navbera dewleta nemaye, le dema ku kriz derte ji ew sinor di navbera dewletan da dibin weki diwaran. Ev yek hatiye tecrübekirin. Pevajo bi şere bazirganiye dest pe kir, bi şewba virusa koronaye dewam kir. Paşe zincira tedarike ya kurewi xerab bü. Ev yek ji bi bir dixe ku welat ji bo xwarin ü vexwarina sereke dive tera xwe bikin. Mixabin dive dewre da bihaye xidaye zede bü ü di bidestxistina xidaye da tengasi derketin. Tesira ve yeke heri zede li ser welaten Afrika ü welaten ku dahata wan kem e, kir. Dema ku meriv li ser paşeroje difikire ji ev pirsgirek we zedetir bibe.

Weki encam; di salen bori da ji bo vejene rageşiyen jeopolitik derdiketin, qasi ku dixuye xida ü av ji we van rageşiyan zede bike.

[Mustafa Berk Erdal, Ekonomist, Midüriya Plankirina Stratejik ü Lekolinen Aboriye, Şirketa Anonim a Bankeya Beşdariye ya Albaraka Turke]

Fikr ü ramanen di gotare da ye niviskar in ü dibe ku li gori politikaya editoryal a Ajansa Anadoluye nebin.​​​​​​​ -



 
Latest News





 
 
Top News